`Divê Kurd û Ereb bilez tev bigirin û projeya dewleta Tirk têk bibin`

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor da zanîn ku divê Kurd û Ereb bi lez tev bigerên da ku projeya mêtinger a dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rawestînin. Girêdayî wê Îbrahîm Şêxo hişyarî li ser dubarekirina tecrubeya Lîwa Iskenderon da.

`Divê Kurd û Ereb bilez tev bigirin û projeya dewleta Tirk têk bibin`
26 gulan, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYA-EHMED SEMÎR

Lîstikvanên herêmî bi awayekî yekser û mezin rolek di koçberkirina gelê Sûriyê ji bajar û herêmên wan de lîst. Ji bo wan Efrîn bû meqsed ku piraniya niştecihên wê yên kurd hatin koçberkirin. Îro bajar hema bêje ji niştecihên xwe yên resen vala bûye. Dewleta Tirk ji 2011`an ve, guhertina demografiyê ya herî mezin û janosid li Efrînê pêk anî.

Guhertina demografîk; guhertina binesazî û erdnîgariyê ye, ku aliyek li dijî aliyekî pêk tînin.

Du rûyên guhertina demografiyê hene, ya yekê, aliyek bi awayekî plankirî dixwaze niştecihên herêmê koçber bike. Ya din ku herî xeter e, pêkanîna hikumet an jî hêzên leşker an berleşkerî yan jî komeke nijadperest erdîngariyek ji şêniyên wê yên resen balav bike, li şûna wan kesên biyanî yan ji herêmên din bi cih bike. Ew bi koçberkirina komî ya bizorê tê binavkirin.

Beriya vê jî hikumeta Şamê demografiya herêmeke ser sînor ku piraniya niştecihên wê kurd in, guhert û malbatên ereb ên ji ber avakirina bendava Firatê zirar dîtine lê bi cih kirin. Ev yek bi kembera erebî tê naskirin.

Ev projeya xeter ku mîna janosidekê ye, dewleta Tirk bi rêya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, bi desteka rêxistinên ixwanî, kuwêtî û qeterî temam dike.

Ruxmî ku kiryar û sûcên dewleta Tirk li gorî qanûnên NY`yê tên cezakirin, lê hemûyan çavên xwe girtine.

Guhertina demografiyê ne tenê di çarçoveya bicihkirina kesên biyanî li şûna yên resen de pêk tê, lê belê dewleta Tirk gelek sûc li dijî gelê kurd li Efrînê pêk tîne. Dewleta Tirk ji bo şêniyên resen bidin koçberkirin rojane, wan dikuje, direvîne û îşkence li wan dike.

`TIŞTA LI EFRÎNÊ PÊK TÊ JANOSID E`

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo, sûcên ku artêşa dagirkeriyê û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin bi janosid wesifand.

`RÊJEYA KURDAN NIHA JI SEDÎ 25 DERBAS NAKE`

Şêxo destnîşan kir ku Kurd li Efrînê di bîn dagirkeriyê de rêjeya wan ji sedî 25 derbas nake, ruxmî ku beriya dagirkirinê rêjeya wan ji sedî 95 bû. Lê niha rêjeya ereb û turkmenan ji sedî 75 e.

`500 SIVÎL DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE DI GIRTÎGEHÊN DEWLETA TIRK DE HATIN KUŞTIN`

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê belge kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de sala 2018`an zêdetirî 30 zarok, 50 jin, 100 mêr şehîd bûn. Piştî dagirkirinê ev rêje zêde bû, 40 zarok, 84 jin şehîd bûn. Hejmara şehîdan 700 şehîd derbas kir ku di nav de 500 kes di bin îşkenceyê de şehîd bûn.

`450 HEZAR ŞÊNIYÊN NERESEN LI EFRÎNÊ NE`

Li gorî daneyên dawî ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi dest xistine, hejmara şêniyên Sûriyê yên ji herêmên din, li Efîrnê bi cih bûne gihaşt 450 hezar. Di nav de Turkmen hene ku li ser sînorên di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de bi cih bûne. 500 malbatên filistînî hene ku rêxistinên ixwanan ên filistînî anîne herêmê. Jê 200 malbat  li bajêr û 300 malbat li Dêr Beût û Atme hatine bicihkirin.

`TIŞTA LI EFRÎNÊ RÛ DIDE DESTPÊKA GUHERTINA SAZÛMANIYA ŞÊNIYÊN WÊ YE`

Di vî warî de Şêxo eşkere kir ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan jî li wan herêman in, di nav de jî yên biyanî hene, lê ji hejmara wan nehatiye piştrastkirin û wiha domand: “Tişta li Efrînê rû dide çi kuştin yan jî îşkence yan jî revandin û desteserkirina milkan, destpêka guhertina sazûmaniya şêniyên wê ye.”

`PROJEYÊN GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ`

Şêxo destnîşan kir ku li dibistanên Efrînê meteryal bi zimanê Tirkî tên fêrkirin, li her derê wêneya Erdogan heye, alên Tirkiyê li ser camên dikanan e û lîreyê tirkî li şûna yê sûrî tê bikaranîn.

`LI GORÎ WAN EFRÎN GIRÊDAYÎ LÎWA SKENDERON E`

Şêxo diyar kir ku piştî ku Waliyê Hatay li ser Efrînê hat erkdarkirin, bajêr bi Lîwa Skenderon ve girê da û got dema walî karê xwe li Efrînê xilas dike, vedigere Lîwa Skenderon, li gorî wan Efrîn girêdayî Lîwa Skenderon e.

Rêxistinên ixwanî û yên di bin navên mirovî de kar dikin, alîkariya artêşa Tirk a dagirker di guhertina demografiya herêmên dagirkirî de dikin. Şêxo eşkere kir ku heta niha zêdetirî 10 avahiyên mêtingeriyê ava kirine û ev rêxistin girêdayî Ixwan Mislimîn ên li Kiwêt, Qeter û Filistînê ne.

`HERÎ ZÊDE KÎJAN RÊXISTIN DESTEKÊ DIDIN GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ`

Der barê rêxistinên ku rolek di guhertina demografiyê dilîzin de Şêxo got: “Rêxistinên Destên Spî (Eyadî Beyda), Kuwêt Rehme, Komeleya Şam a Xêrxwaziyê roleke bingehîn di guhertina demografiya Efîrnê de dilîzin. Van rêxistinan mizgeft, zanîngehên olî û avahiyên mêtingehiyê li Efrînê ava kirin.”

`EM JÎ BI VEGERA PENABERAN RE NE, LÊ LI WARÊN XWE`

Têkildarî niyeta Erdogan ku guhertina demografiyê pêk bîne û milyonek penaberên sûrî vegerîne herêmên dagirkirî yên Sûriyê Şêxo got: “Vegera penaberan, mayîndekirina guhertina demografiyê ye. Erdogan mijûlbûna cîhanê bi şerê li Ukraynayê bi kar tîne da ku timayên xwe pêk bîne, sûriyan vegerîne herêmên din ne herêmên wan. Em bi vegera penaberan re ne, lê li warên wan ne yên me.”

`NE DÛR E TECRUBEYA LIWA SKENDERON DUBARE BIBE`

Şêxo daxuyand ku Rûsya li beramber radestkirina Xûta Şerqiye û gelek herêmên Helebê, dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê erê kir.

Her wiha Şêxo bal kişand ser rewşên heyî û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ev rewş gelek xeter e, heke bi vê rêbazê berdewam bike, ne dûr e tecrubeya Lîwa Skendron li Efrînê dubare bibe. Kurd tên kuştin, qewitandin û koçberkirin. Biyanî di malên wan de tên bicihkirin. Ev sûc bi giştî tê kirin, ji ber ku Efrîn herêmeke kurdî ye. Dewleta Tirk bi rêya bicihkirina turkmenan li ser sînorên Efrînê siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Bi vî awayî kurdan li Efrînê qir dike.’’

`DIVÊ DI ZÛTIRIN DEM DE SEFERBERÎ BÊ RAGIHANDIN`

Şêxo teqez kir ku divê li ser astên dîplomatîk, siyasî û çapemenî xebatên mezin bên kirin heta ku dengê Efrînê bigihêje qadên navneteweyî û divê gelê Kurd bibe yek ji bo Efrîn ji dagirkeriyê xilas bibe û wiha pê de çû: “Divê îro berî sibe, ji ber rewşa Efrîn, Serêkanî û Girê Spî seferberiyeke giştî bê ragihandin.”

`3 PLANÊN DEWLETA TIRK`

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê diyar kir ku dewleta Tirk plansaziya xwe li ser 3 planan amade kiriye, ya yekê xeyal dike ku herêman bi awayekî yekser kontrol bike, ya din mijara herêma ewle ye ku her tim behsa wê dike û plana alternetîf jî bicihkirina penaberên sûrî yên çûne Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê li seranserî sînor da ku mîna kamberekê di navbera her du parçeyên Kurdistanê de ava bike û ev li gotina xwe zêde kir: “Destpêka vê plansaziya wê dema bajarên kurdî yên li ser sînor mîna Nisêbîn, Sirûc û bajarên din wêran kirin, diyar bû.”

`DEWLETA TIRK LI SER HESABÊ PENABERAN 9 MILYAR DOLAR BIR`

Pîrê destnîşan kir ku ji aliyê aborî ve, dewleta Tirk sûd ji mijara penaberan girt ku karkerên destheqê erzan peyda bûn û pereyên wan ji ewropiyan û cîhanê bir. Pîrê wiha domand: “Dewleta Tirk 9 milyar dolar bir, lê miqdareke pir biçûk jê xerc kir. Di rastiyê de ev pere ketin budçeya dewleta Tirk, berîka alîgirên AKP`ê.”

`EWROPIYAN BI DOSYAYA PENABERAN ŞANTAJ DIKE`

Pîrê bi domdarî got: “Dewleta Tirk xaleke din bi kar anî, ew jî dosyaya mirovî ye lê bi awayekî nemirovî. Fişar li ewropiyan kir da ku destekê bidin wê û di helwestên wê yên li dijî kurdan û QSD`ê de piştgiriya wê bikin. Erdogan her tim gef li ewropiyan dixwar ku dê deriyên sînor li pêşiya penaberan veke. Dê di nav wan de DAIŞ`î û çeteyên El-Nusra hebin. Lê di rastiyê de ew gef dixwar ku dê terorîstan bi penaberan re bişîne da ku tevliheviyê li Ewropayê çêkin mîna li Sûriyê kirine.”

`GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ DÊ BI AWAYEKÎ NEYÎNÎ BANDOR LI SÛRIYAN BI GIŞTÎ BIKE`

Têkildarî armancên Tirkiyê ji mijara bihickirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, Pîrê got: “Dewelat Tirk bi amanca guhertina demografiyê û dubarekirina tecrubeya Lîwa Skenderon, kesên nesûrî, uygor û iraqî li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirin.”

Pîrê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Heke siyasetên wê bi bin kevin, ji xwe planên din amade kirine. Ew naxwaze li herêmê ewlehî hebe. JI ber mijara guhertina demografiyê, bicihkirina kesên din li şûna yên resen, derbas dike. Encamên vê yekê dê zirarê bigihîne sûriyan bi giştî. Ji ber guhertina demografiyê heta piştî bidawîbûna dagirkirinê, dê bibe sedema kuştin, tevlihevî û şerekî navxweyî ya bêdawî. Ji ber heke li rex Tirkiyê aramî hebe, wê demê gelê li Tirkiyê dê banga mafên xwe bike. Da ku gelên Tirk û Kurd armanca Erdogan tune nekin."

`BISERKETINA PROJEYA DEWLETA TIRK DÊ BI XWE RE ŞEREKÎ MAYÎNDE BÎNE`

Pîrê bang li kurd û ereban kir ku bi lez tev bigerin ji bo vê projeya dewleta Tirk têk bibin, ji ber heke ev proje bi ser keve dê bi xwe re wêraniyê û şerekî mayînde bîne.

`AMERÎKA Û EWROPA VÊ YEKÊ RED DIKIN``

Pîrê îşaret pê kir ku aliyên navneteweyî ne bi vê proejya Tirkiyê re ne, lê dewleta Tirk cihê xwe ya jeopolîtîk û hebûna xwe di NATO`yê de, têkiliyên xwe bi Rûsya û piştgiriya ku daye Ukraynayê, bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Pîrê diyar kir ku Amerîka û Ewropa projeya dewleta Tirk a guhertina demografiyê red dikin, lê Rûsya, Îran û rejîm tenê helwestên şermok nîşan dan.

`PIŞTÎ REWAKIRINA DAGIRKERIYÊ DÊ BI RÊYA REFERANDOMÊ PARÇE BIKE`

Li gorî Pîrê Amerîka, Ewropa rê nedan Tirkiyê ku vê guhertinê pêk bîne, lê dibe Îran ev yek erê kiribe û wiha berdewam kir: “Dema penaberên sûrî ji derdora Şamê anîn Efrînê, ji Zebedanî birin herêmên din û ji Foa û Kefreya anîn Idlibê, ew destpêka guhertina demografiyê di navbera xirabtirîn du pergalên li Rojhilata Navîn, Tirkiyê û Îranê de bû.”

Pîrê bal kişand ser hewldanên Tirkiyê ji bo dubarekirina tecrubeya Lîwa Skenderon û got: “Piştî rewakirina dagirkeriya xwe dê bi rêya referandomê, wan herêman tev li Tirkiyê bike.”

`TIŞTA NIHA RÛ DIDE TEVLÊKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI TIRKIYÊ RE YE`

Kadar Pîrê destnîşan kir ku kiryarên ku dewleta Tirk di vê dema kin de pêk tîne, dixwaze herêmên dagirkirî tev li Tirkiyê bike û wiha domand: “Dema wezîrê karên hundir serdana wan herêman dike, ev tê wateya ku ev herêm girêdayî kar û barên hundir ên Tirkiyê ne. Dema kehrebe, postxane û pere tirkî be, wê demê ew armanc dike, van herêman ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.”

(şx)

ANHA