​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir

Bi hezaran şêniyên Efrînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û avakirina avahiyên mêtîngeriyê, çalakiyek li ber baregeha Rûsya ya li Şehbayê li dar xistin.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
​​​​​​​Şêniyên Efrînê nameyek radestî generalên Rûsyayê kir
25 gulan, 2022   14:09
ŞEHBA

Bi diruşma "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye", bi hezaran şêniyan Efrînê meşek dar xist.

Meşa ku Kurd, Ereb û Tirkmen tev lê bibûn, ji rêya di navbera gundê Wehşiya û navçeya Fafînê de dest pê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê û pankartên bi nivîsên " Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye", "Na ji komployên Tirkiyê û avakirina mêtîngehên nîjadperestî", "Hilweşe dagirekriya Tirk, bikeve Erdogan", "Bijî Sûriya demokratîk" û "Serkeftin wê para me be" vekirin.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.

Meş li ber navenda lihevanînê ya Rûsya ya li gundê Wehşiyê rawestiya. Hevseroka Meclis Kampa Berxwedan Nayîla Îsa daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya dewletên mezin ên li hemberî kiryarên dewleta Tirk  û hate gotin: "Bê guman bêdengiya dewletên mezin li hemberî destwerdanên derve, şantajî û destekdayîna terorê ku dewleta Tirk pêk tîne, encamên hesab û berjewendiyên wan dewletan in. Ev bêdengî qet ne di cih de ye û di nava xwe de gelek xeteriyan dihewîne û dibe di rojên bê de îstiqrar û aştiyê têk bibe û terorê li dewletan belav bike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê, bi taybet li Efrînê bi hinceta avakirina herêmeke ewle sûcekî din li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê ye û dê herêmê veguherîne navendeke ewle ji bo hêzên tundraw ku dê bi xwe re herêmên ji bo berjewendiyên Tirkiyê bikişîne qada şer.

Di daxuyaniyê de her wiha bi navê koçberên Efrîn û Şehbayê gefên pêkanîna êrişên nû li ser herêmên bakurê Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li dewleta Rûsya ya federal ku dewleteke garantor e, heta kirin ku zextê li hikumeta Tirk bike da ku dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê bi dawî bike, rê li ber êrişeke nû bigire, avakirina herêma ku Tirkiyê îdia dike ava bike, rawestîne, her wiha bicihkirinên bi mebestên guhertina demgorafiya bakurê Sûriyê, bi taybet Efrînê bisekinîne.

Piştre, komîteyek ji 5 kesan hate avakirin; Azad Reşo, Mehmûd Elî, Îbrahîm Şêxo, Zekiya Osman  û Îsamîl Mûsa.  Komîte bi generalên rûs re civiya û peyameke ji daxwazên naborî radestî wan kir.

Li gorî komîteyê, generalên rûs soz da ku dê pirsgirêka avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrîn û herêmên dagirkirî rawestîne, hêzên rûs wê derfet nedin Tirkiyê ku êrişî Şehbayê bike. Her wiha destnîşan kirin ku genralê rûs soz da ku dê nameyê bighîne aliyên têkildarî.

Çalakî bi diruşma silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA