YNK û PDK'ê dê lijneyeke hevbeş pêk bînin

PDK û YNK’ê  biryar dan ji bo guftûgoya li ser proseya hilbijartina bê ya Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê lijneyek hevbeş pêk bînin.

YNK û PDK'ê dê lijneyeke hevbeş pêk bînin
25 gulan, 2022   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li baregeha Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê civiyan.

Piştî hevdîtina şandeyên polîtburoyên YNK'ê PDK'ê herdu partiyan daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di civîna di navbera herdu aliyan a li Serokatiya Herêma Kurdistanê de, peywendiyên herdu aliyan, rewşa niha ya Iraqê, Herêma Kurdistanê, zemînê hevkariya hevbeş û karê bi hev re hate nîqaşkirin.

Me biryar da civînên me yên hevbeş ên polîtburoyê yên di navbera me de weke prensîbên karên bi hev re berdewam bikin û lijneyek hevbeş a ji herdu aliyan ji bo guftûgokirina li ser proseyua hijbijartina bê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk bînin."