​​​​​​​'Hefteya Wêjeyî' hat ragihandin

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn dê 'Hefteya Wêjeyî' li dar bixe.

​​​​​​​'Hefteya Wêjeyî' hat ragihandin
25 gulan, 2022   12:26
QAMIŞLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya malpera xwe ya fermî li ser medya dijîtal lidarxistina 'Heftiya Wêjeyî' ragihand. Ev çalakî cara yekmîn e tê lidarxistin û dê di bin dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” de were destpêkirin.

Li gorî Dîwana Wêjeyê, dê Hefteya Wêjeyî ji 28`ê Gulanê heta 2`ê Hezîranê li Hola El-Burc a li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Li gorî bernameyê, dê rêzeçalakî li ser 3 mijarên sereke be; wêjeya şoreşê, jin û wêje, rexne û rola wê di pêşketina wêjeyê de. Di çarçoveya van mijaran de dê semîner, panel, xwendina helbest û çîrokan ji aliyê nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Kurd û Ereb ve bên pêşkêşkirin.

Dê bernameya 'Heftiya Wêjeyê' 28`ê Gulanê di saet 15:00`an de dest pê bike.

 (sb)