​​​​​​​Xeyas Neyîse li hemberî 'mêtingeriya dewleta Tirk' bang li sûriyan kir

Muxalifê sûrî Xeyas Neyîse diyar kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û bal kişand ser girîngiya yekkirina helwesta gelê Sûriyê li hember mêtingeriya dewleta Tirk.

​​​​​​​Xeyas Neyîse li hemberî 'mêtingeriya dewleta Tirk' bang li sûriyan kir
25 gulan, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Muxalîfê sûrî û koordînatorê giştî yê Tevgera Çepgir a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyas Neyîse li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivisî: “Rejîma Erdogan gefa şerekî din û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe.”

Neyîse wiha domand: “Helwesta rast û nîştimanî ya Sûriyê sekna li hember vê destwerdana mêtingeriyê ya dewleta Tirk e. Divê di navbera aliyên sûrî yên hundir û derve de koordîne hebe. Da ku çalakiyên pêwîst li hember vê destwerdanê li dar bixin. Axaftin tenê têrê nake, dem dema kirinan e.”

Neyîse wiha berdewam kir: “Belkî bi vî awayî gelê Sûriyê, yekitî, rûmet û girêdana xwe bi welat û pêşerojeke hevbeş re vegerîne.”

Serokkomarê Tirkiyê beriya çend rojan gefa pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwaribû.

(şx)