Li dijî siyaseta birçîkirinê berxwedan bijarteya gelê Şehbayê ye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî welatiyên li Şehbayê dijwartir kirine, bi wê re armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike. Lê welatî bi bijarteya berxwedanê ve girêdayî ne.

Li dijî siyaseta birçîkirinê berxwedan bijarteya gelê Şehbayê ye
25 gulan, 2022   07:42
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî, Ezaz, Mari û Efrînê ve di rojên borî de êrişên li dijî kantona Şehbayê bilind kirine. Her wiha beriya çend rojan tevahî gund û navçeyên Şehba û navçeya Şêrawa bi sedan moşekan topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahiya herêmên bakurê Sûriyê ji kantona Şehbayê bigire, û Kobanê heta bi navçeya Til Temir dikin armanc.

Şîrovekaran da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze xewnên Osmanî û Mîsaqî Millî zindî bike, pê re jî herêmên ji Lîwa Iskenderon ji aliyê rojava ve, Kerkûr û Mûsilê ji aliyê rojhilat ve bi kûrahiya 35 kîlo metre tev li xaka xwe bike.

Endama rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Fikret Ebdalo axivî û got: "Êrişên artêşa Tirk bi armanca qirkirina gelê Şehbayê û berxwedana wan e. Di hedefgirtina herêma ku tê de koçberên Efrînê hene de gelek komkujî çêbûn, ji wan komkujiya Til Rifetê ku tê de 8 zarok şehîd bûn, her wiha komkujiya Aqîbê ku malbateke ji 3 ferdan şehîd bûn. ji wê zêdetir jî bi dehan mal hatin wêrankirin."

Fikret Ebdalo anî ziman ku êrişên artêşa Tirk bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê ye.

'ARTÊŞA TIRK KAMPAN DIKE ARMANC'

Têkildarî hedefgirtina artêşa Tirk ji kampên koçberan ên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê re, Fikret Ebdalo ev tişt anî ziman: "Dagirker ne tenê herêmên sînor dike armanc, lê belê her 5 kampên li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa jî dike armanc. Mînaka wê jî beriya çend rojan ji bajarê Mari yê dagikirî, gundê Til Qerah ku tenê 2 kîlometreyan dûrî Kampa Serdem e topbaran kir. Beriya çend mehan jî li navçeya Şêrawayê Kampa Veger kir armanc û par jî Kampa Serdem kiribû armanc."

'BI ARMANCA TÊKBIRINA BERXWEDANA SERDEMÊ SIYASETÊN HEVBEŞ HENE'

Fikret Ebdalo diyar kir ku siyaseta hevbeş a dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi armanca têkbirina berxwedana gel û vîna wan e, lewma artêşa Tirk bi awayekî domdar êrişî herêmê dike û hikumeta Şamê jî gel dorpêç dike, lê diviyabû li hemberî van êrişan û dijmin helwesteke cidî nîşan bida û wiha got: "Siyaseta ku hikumeta Şamê pêk tîne dikeve xizmetî armanca dewleta Tirk ku Berxwedana Serdemê lawaz bike."

Fikret Ebdalo anî ziman ku ambargoya hikumeta Şamê ferz kiriye ne ji îro ve ye, lê ji dema Efrîn hatiye dagirkirin û niştecihên wê koçberî kantona Şehbayê hatin kirin ve ye, li hemberî derbaskirina madeyên sereke ji kantonê re pereyekî mezin dixwaze, ji wan mazot û derman.

Fikret Ebdalo destnîşan kir ku armanca vê siyasetê şikandina vîna gelê li kantona Şehbayê ye, lê dê şêniyên Efrînê heta rizgarkirina bajêr li ber xwe bidin.

`DEWLETA TIRK VALAKIRINA NAVÇEYA TIL RIFETÊ ARMANC DIKE`

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan der barê hedefgirtina navçeyê de ji aliyê dewleta Tirk ve got: "Li navçeyê zêdetirî 4 hezar û 500 malbat hene. Di nav de yên resen û yên koçber hene. Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, navçeyê topbaran dikin. Çi bi rêya topavêjan an moşekan an jî balafirên bêmirov ên biçek be."

Henan wiha domand: "Ji ber navçe stratejîk e, dewleta Tirk dixwaze wê kontrol bike. Bi rêya komkujiyan dixwaze şêniyan bitirsîne da ku vîna wan bişikîne û koçber bibin. Beriya çend rojan, balafireke xwekuj, malek li komîna 6`an teqand. Tê de koçberê ji Efrînê yê bi navê Îbrahîm Xelîl Şêxo hebû. Piştî wê bi du rojan mala şêniyê bi navê Hesen Seydo ya li komîna 11 bi topekê hat hedefgirtin. Di encamê de mal bi awayekî beşî wêran bû."

Henan bi bîr xist ku herêmên hedefgirtî, li nêzî baregehên hêzên Rûsyayê ne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li ber çavên Rûsyayê komkujiyan pêk tîne, lê dîsa jî bê deng e. Tevî ku tê zanîn, Rûsya bi hinceta parastina şêniyên Sûriyê sala 2015`an derbasî herêmê bû. Lê ji kiryarên wê li navçeyê diyar dibe ku tenê ji bo berjewneiyên xwe li vir e."

Mihemed Henan di dawiyê de got: "Şêniyên Til Rifetê yên kurd, ereb û turkmen, dev ji berxwedana li hember planên dewleta Tirk bernadin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku erkên xwe bi cih bînin."

(eh-şx)

ANHA