Şêniyên Hesekê: Têkbirina dagirkeriyê bi sekna li dijî êrişên li ser gerîla dest pê dike

Welatiyên kantona Hesekê li ser timayên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û got "Li hember van timayan yekitiya xwe xurttir bikin."

Şêniyên Hesekê: Têkbirina dagirkeriyê bi sekna li dijî êrişên li ser gerîla dest pê dike
25 gulan, 2022   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze planên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne, ji ber ku dixwaze Mûsil û Kerkûkê jî di nav de, Başûr dagir bike, her wiha dixwaze bi piştgiriya PDK`ê destwerdanê li Iraqê jî bike.

Welatiya bi navê Fatme Ebdurehman anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Împaratoriya Osmanî zindî bike û ne tenê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, mînaka vê yekê jî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Fatme Ebdurehman gelê Kurdistanê yê li Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji armanc û hewldanên dewleta Tirk a dagirker hişyar kir û got: "Li dijî timayên mêtinger hevgirtina xwe xurttir bikin."

'ÊRIŞ BERDEWAMA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI SER RÊBER OCALAN IN'

Ji bajarokê Tiwêne yê Hesekê Şêxmûs Qinco jî got: "Êrişên li ser gelê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK`ê, berdewama Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û projeya wî û gelê baweriya xwe pê aniye."

Şêxmûs Qinco bi domdarî got: "Ger dagirkeriya Tirk planên xwe yên têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê li çiyayê Kurdistanê pêk bîne, ew ê destpêkê Başûr kontrol bike û gelê Kurd ê li wir qir bike."

Ji bajarê Hesekê Îbrahîm Xelîl got artêşa Tirk a dagirker gelek bajar dagir kirin û niştecihên wê koçber kirin, her wiha çeteyên xwe yên di nava Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de tev li şerê li Lîbyayê kirin û rasterast dest di kar û barên Iraqê werda, li aliyekî din jî hewl dide Mûsil û Kerkûkê dagir bike da ku timayên xwe yên Osmanî pêk bîne.

Îbrahîm Xelîl destnîşan kir ku projeya artêşa Tirk tevahiya gelan dike armanc û da ku têk biçe divê yekitî were avakirin. Têkbirina projeya wê bi sekna li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê dike.

TIMAYÊN ARTÊŞA TIRK ÊN MÊTINGER

Şanonivîs Hesen El-Sultan jî destnîşan kir ku li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê timayên artêşa Tirk hene.

El-Sultan wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta avakirina herêma ewle, êrişî herêmê dike lê piştî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, rastiya armancên wê yên mêtinger xuya bûn ku ew jî berfirehkirina rûbera projeya xwe ya dagirkeriyê û parçekirina xaka Sûriyê ye."

Hesen El-Sultan di dawiyê de da zanîn ku civata navneteweyî çavên xwe li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker digire, ev jî îsbat dike ku hevkara êrişan e.

Gelê navçeya Holê jî der barê êrişên artêşa Tirk de nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ji wan Hemîd Receb anî ziman ku kî qebûl dike dagirker mala wî dagir bike û xêr û bêra wê talan bike, ev welatê wan e û nahêlin dijmin xak û mala wan dagir bike.

'ARTÊŞA TIRK KÎNA BAPÎRÊN XWE HILGIRTIYE'

Hemîd Receb da zanîn ku hîn jî dagirkerî kîna bapîrên xwe hilgirtiye û dixwaze xêr û bêra bi saya şehîdan hatiye bidestxistin, desteser bike. Receb bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û got: "Ka Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan? Em gelekî hevgirtî ne û bi hev re dijîin, her wiha me bi hev re xwîn daye, lê dagirkerî dixwaze me ji hev qut bike."

Mamoste Cûdî Esad a ji navçeya Holê jî destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ew e ku ewlehiyê têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe da ku planên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne.

Cûdî Esad bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi yekitiya xwe me dijmin têk bir û em ê dîsa têk bibin."

(eh)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/nVQXzqBeNcM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>