Ebdulkerîm Omer: Hevkariya bi dagirkeriya Tirk re xiyanet e

Ebdulkerîm Omer hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re xiyanet bi nav kir  û got, "PDK'ê destkeftiyên kurdan dixe xeteriyê û divê Kurd ji bo parastina destkeftiyan yekitiya xwe ava bikin."

Ebdulkerîm Omer: Hevkariya bi dagirkeriya Tirk re xiyanet e
25 gulan, 2022   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevkariya PDK'ê bi dagirkeriya Tirk re û rola ENKS ji ajansa me re nirxand.

Ebdulkerîm Omer hişyarî da ku ew ê dawiya wan weke dawiya hevkarên berê yên dewleta Tirk be.

Omer bal kişand ser derfeta ku ji bo gelê Kurd peyda bûye da serkeftina dîrokî qezenc bike.

‛DEWLETA TIRK LI SER HEBÛNA GELÊ KURD GEF E’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer bal kişand ser rola erênî ya gelê Kurd û şerê li dijî terorê û got: "Guhertinên li Rojhilata Navîn û rola kurdan bi rûbirûbûna terorê re, derfet da ku Kurd maf û doza xwe bi dest bixe û cîhan hemû deyndarê gelê Kurd e."

Omer bal kişand ser xetera dewleta Tirk a li ser Kurdan û ev tişt lê zêde kir: "Dewleta Tirk doza Kurd ji bo hebûna xwe gef dibîne."

‛DEWLETA TIRK DIXWAZE ARMANCÊN XWE YÊN AVAKIRINA OSMANIYÊ PÊK BÎNE’

Ebdulkerîm Omer behs dîroka xwînrij a dewleta Tirk a dagirker kir û wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirk li ser esasê qirkirina gelan hatiye avakirin û ew di vê yekê de berdewam e. Dewleta Tirk dixwaze xewnên xwe yên avakirina Osmaniyê û dubarekirina Mîsaqî Millî taybet bi nêzîkbûna sedsala peymana Lozanê di 2023'yan de pêk bîne."

Omer diyar kir ku stratejiya dewleta Tirk li ser şerê li dijî kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: "Ji destpêka şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk dixwaze destkeftiyan têk bibe, ew şerê parçeyekî yan jî partiyekê nake, lê belê hemû kurdan dike hedef. Kurdê baş ji bo wê Kurdê miriye, ji ber wê gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin."

ARMANCA KOMPLOYÊ QIRKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ YE

Der barê komplo û planên li dijî herêmê de jî Omer got: "Dewleta Tirk di dema dawî de gefa dagikirina herêmên nû xwar, dest bi êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Kazimî li dijî Şengalê komplo pêk anî. Armanca wan qirkirina civaka Êzidî ye."

‛PIŞTÎ ÊRIŞA DAIŞ'Ê LI SER ŞENGALÊ ME DÎT ÇAWA REVIYAN Û GEL HIŞTIN’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Omer ev pirsî û got: "Dema DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran jinên êzidî revandin, kî reviya û gel tenê hişt? Hikûmet û artêşa Iraqê li ku derê bûn? Pêşmerge û PDK'ê li ku derê bûn? Me dît çawa Pêşmerge reviyan?"

‛BAŞÛR BÛYE MEYDANA MÎT'Ê’

Omer bal kişand ser planên qirkirina gelê Kurd û ev tişt anî ziman: "Niha dixwazin qirkirina civaka êzidî dubare bikin, li aliyê din êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, kesayetên welatparêz dikin hedef. Başûr ji MÎT’a Tirk re bûye meydan, operasyonên wan li ser agahiyan tên kirin."

‛JI BILÎ XIYANETÊ TU NAVEKÎ DIN TUNE YE’

Ebdulkerîm Omer di dewama axaftina xwe de got: "Hevkariya bi dewleta Tirk re xiyaneta li hember gelê Kurd e, dê dîrok wan şermezar bike."

‛ÇI BINKEFTINEKE GELÊ KURD, JI BO BAŞÛR NABE SERKEFTIN’

Ebdulkerîm Omer ev daxwaz ji PDK'ê kir: "Divê PDK'ê nas bike binkeftina gerîla nayê wateya serkeftina Başûr û Rojava."

Omer tekezî li ser yekitiya doza Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê kir û got: "Serkeftina Rojava serkeftina Başûr e, binkeftina Rojava binkeftina Başûr e, serkeftin ne ya partiyekê yan parçeyekê ye.  Li pêşiya me derfetek heye divê em sûd bigirin, ji ber wê aliyê ku hevkariya dewleta Tirk dike û sûd ji vê derfetê nagire, xayîn e, xiyanetê bi gelê Kurd û bi hezaran şehîd dike."

‛HELWESTA PDK'Ê NEHATIYE GUHERTIN’

Der barê helwesta gel û partiyên Başûrê Kurdistanê de jî Omer wiha got: "Eşkere ye, ew li dijî gefên dewleta Tirk in, lê mixabin PDK'ê helwesta xwe neguhertiye, hevkariya bi dewleta Tirk re dewam dike, ev yek destkeftiyên gelê Kurd dixe metirsiyê."

‛HELWESTÊN ENKS’Ê HIŞT DAGIRKER PLANÊN XWE PÊK BÎNIN’

der barê helwesta ENKS'ê ji dagirkeriyê Ebdulkerîm Omer got: "Weke dîplomatkarekî li Rojava û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve, di her çalakiyeke me ya dîplomatîk de ENKS'ê dibû bend, her dem Rêveberiya Xweser di aliyê dîplomatîk de reş dikir. Ev helwest hişt dewleta Tirk planên xwe pêk bîne. ENKS'ê piştgirî dide êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ev yek hat dîtin."

‛TIRKIYÊ BERIYA PKK'Ê BÊ DAMEZRANDIN ŞERÊ GELÊ KURD DIKE’

Omer bal kişand ser durûtiya PDK'ê û got: "Ew îdia dikin PKK hedefa dagirkeriyê ye. Lê beriya PKK bê damezrandin dewleta Tirk şerê kurdan dike, di 100 salî de dewleta Tirk li dijî serhildanên kurdan li Bakur qirkirin pêk anî."

‛TIRKIYÊ LI DIJÎ REFERANDOMÊ SEKINÎ’

Ebdulkerîm Omer li ser referandoma Başûrê Kurdistanê axivî û got: "Dema referandom hate ragihandin helwesta Erdogan çi bû? Dewleta Tirk rêz ji PDK'ê û Mesûd Barzanî re negirt. Ji hikûmeta Iraqê ji zêdetirî dewleta Tirk li dijî referandomê sekiniya. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser nebûna kurdan dibîne."

‛EM HÊVÎ DIKIN ÊŞ DI PÊŞEROJÊ DE DUBARE NEBIN’

Ebdulkerîm Omer daxwaz ji kurdan kir ku sûd ji dîrokê bigirin û ev tişt got: "Di dîroka nêzîk de gelê Kurd ji ber têkilî û xiyaneta bi dewleta Tirk re gelek zirar dîtin. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de ev êş dubare nebin, eger destkeftiyên gelê Kurd têk çûn dê tu derfetên din çênebin."

‛GARANTIYA PARASTINA DESTKEFTIYAN YEKITÎ YE’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer di dawiyê de banga lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir û got: "Ji destpêka şoreşê ve em dibêjin garantiya parastina destkeftiyan yekitiya gelê Kurd e. Di 10 salan de me gelek caran banga pêkanîna kongreya neteweyî ya kurdî, avakirina lêvegera siyasî û yekitiya gelê Kurd kir."

(şt)

ANHA