'Bi nêzî 2 milyon û nîv îmzeyan gel ji neheqiyê re got êdî bes e'

Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayid Îbrahîm da xuyakirin ku kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji “lîsteyên terorê” temam bûye û ji hedefa xwe derbas bûye û gel “mîna ku bikeve govenda azadiyê” tev lê bûye. 

'Bi nêzî 2 milyon û nîv îmzeyan gel ji neheqiyê re got êdî bes e'
25 gulan, 2022   03:24
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê ya berfireh a 12'ê Çileyê tevlêbûna xwe ya li pêngava bi pêşengiya Însiyatîfa 'Edalet ji bo Kurdan' a Navneteweyî ragihand û di daxuyaniyê de got: "Ji bo ku navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' bê derxistin, em ê li hemû gund, bajar û saziyan bi çalakiyên demokratîk xebatên xwe bidomînin.”  

Kampanyayê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca milyonek îmzeyan dest pê kir û di 21'ê Gulanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 milyon 476 hezar 173 îmze hatine komkirin.

Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê komîteya amadekar a kampanyaya îmzeyan Ayid Îbrahîm li ser tevlêbûna gel axivî û diyar kir ku gel bi îmzeyan dixwaze dengê xwe li cîhanê bide bihîstin û dawî li neheqiya li hemberî PKK'ê were.

NERAZÎBÛNA DEMOKRATÎK A LI HEMBER BIRYARA SIYASÎ

Ayid Îbrahîm diyar kir ku hebûna PKK’ê di "lîsteyên terorê" de, neheqiyeke ji ber berjewendiyên navneteweyî ye û got: "Bi kampanyaya ku di rojên destpêkê yên sala 2022'yan de hate destpêkirin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest PKK'ê ji 'lîsteyên terorê' bê derxistin. Ji ber ku biryara ku PKK xistiye wan lîsteyan, şaş û siyasî ye. PKK partiyeke aştîxwaz e û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelê Kurd, tê dikoşe. Xwediyên van lîsteyan dixwazin li gorî berjewendiyên xwe dilê Tirkiyê xweş bikin."

ARMANC MILYONEK BÛ LÊ ENCAM 2 MILYON 476 HEZAR E

Îbrahîm diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê PKK'ê wek partiyeke ku ji bo gelan tê dikoşe, dibînin û li ser beşdarbûn û xwedîderketina gel ev tişt anî  ziman: "Bi îmzeyan me armanc kir ku em dengê xwe ji cîhanê û derdorên demokratîk re ragihînin û biryara ku PKK'ê dixe nava 'lîsteyên terorê' şermezar bikin. Kampanya bi civîneke çapemeniyê ya di 21'ê Gulanê de temam bû. Dema ku kampanyayê dest pê kir, armanca me milyonek îmze bû. Bi giştî 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze hatin komkirin. Ev yek nîşan dide ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê PKK'ê wek partiyeke ku ji bo gelan şer dike û nirxên civakî diparêze, dibîne û hembêz dike. Gelên herêmê dizanin ku PKK ji bo gelan ji sîstema serdest rizgar bike, tê dikoşe."

'MÎNA KU TEV LI GOVENDA AZADIYÊ BIBIN'

Ayid Îbrahîm wiha pê de çû: "Kampanyaya îmzeyan li tax, gund û bajaran di nava atmosfereke pîrozbahiyê de hat meşandin. Ciwan û kal, hemû kesên ji 18 saliyê mezintir tev li kampanyayê bûn. Hem li herêmên Kurdan hem jî Ereban, mîna ku tev li govenda azadiyê bibin, hate meşandin. Li Reqa, Tebqa û Minbicê hejmareke gelekî bilind hatiye bidestxistin, dikarim bi rehetî bibêjim ku beriya niha karekî bi vî rengî yê serkeftî li van herêman nehatibû meşandin."

'GEL JI BÊEDALETIYÊ RE GOT ÊDÎ BES E'

Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayid Îbrahîm têkildarî peyama gel jî got: "PKK îro li çar parçeyên Kurdistanê ne tenê temsîla zêdetirî 40 milyon gelê Kurd dike, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê civaka azad temsîl dike. Di kampanya îmzeyan a serkeftî de gel destnîşan kir ku terorîstên rastî dagirker in, yên ku gund vala kirine û her roj êrişî çar parçeyên Kurdistanê dikin. Ev pênaseya terorê li gorî qanûnên navneteweyî ye. Mixabin ji ber berjewendiyên navneteweyî PKK di "lîsteyên terorê" de cih girt. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna xwe got êdî bes e."

ANHA