Hemleya Meclisa Jinan a PYD`ê li Dêrikê dest pê kir

Meclisa Jinan a PYD`ê li navçeya Dêrikê hemleya belavkirina belavokên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da destpêkirin.

Hemleya Meclisa Jinan a PYD`ê li Dêrikê dest pê kir
25 gulan, 2022   10:47
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 23`yê Nîsana borî li Hesekê destpêkirina qonaxa sêyemîn a hemleya “Bi têkoşîn û yekitiya jinan tundî bi dawî dibe” ragihandibû.

Li gel zêdebûna bûyerên kuştina jinan, Meclisa Jinan îro li navçeya Dêrikê ya Qamişloyê belavok li şêniyan belav kirin.

Hemleyê duh li navçeya Tirbespiyê dest pê kirinû û îro li kolan û dikanên Dêrikê pêk hat.

Tê payîn ku hemle li gund û bajarokên navçeyê jî berdewam bike.

Meclisa Jinan a PYD`ê hemleya xwe ya yekemîn bi dirûşma “Kuştina jinan rawestînin” di Îlona 2020`yan de, hemleya xwe ya duyemîn bi dirûşma “Na ji komplo, na ji dagirkerî û na ji tundiyê re” di Sibata 2021`an de ragihandibû.

(şx)

ANHA