Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê bi meşekê piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
24 gulan, 2022   17:43
HESEKÊ

Vê êvarê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê meşek ji bo piştgiriya berxwedana HPG’ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi tevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Meş ji pêş Parka Rêber Ocalan a li taxa Nasire dest pê kir, tê de bi dehan endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn. Beşdaran wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdan, alên tevgera xwendekaran û ciwanên şoreşger hildan.

Meş li kolana sereke ber bi Qada Suryan a li taxa Nasire ve geriya. Di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê hatin berzkirin.

Meş li Qada Suryan vegerî mîtîngê, dûvre Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê daxuyaniyek da. Bi zimanê erebî xwendekara Zanîngeha Rojava Narîn Hisên û bi zimanê kurdî xwendekar Şînda Îsmaîl daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi beşdariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate silavkirin.

Her wiha êrişên dagirkeriya Tirk û tevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku malbata Barzanî îxanet derbas kir û gerîla rûmeta gel dibparêze divê ew werin parastin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA