Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin

Şêniyên Tirbespiyê û endamên Yekitiya Werzîşê ya Qamişlo berê xwe da Konê Berxwedan û Rûmetê ku di roja sêyemîn de li Dêrikê li dar ketiye.

Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin
Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin
Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin
Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin
Çalakiyên Konê Berxwedan û Rûmet didomin
24 gulan, 2022   17:00
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla li Zap û Avaşînê şêniyên serdan kir, pêşwaz kir.

Piştî şêniyên Tirbespiyê û endamên Yekitiya Werzîşê gihaşt Konê Berxwedan û Rûmetê çalakiyên roja sêyemîn dest pê kirin, dûvre sînevîzyonek têkildarî axaftina rêber Ocalan li ser rola ciwanan di şoreşan de hate pêşandan.

Her wiha endamê navenda Dicle ya Çand û Hunerê Nûman Amed gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di çalakiyan de, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanan a PYD’ê li Tirbespiyê Hisên El-Şêx axivî û wiha got: "Armanca me ji vegirtina Konê Berxwedan û Rûmetê destekdayîna ji hêzên gerîlayan re ye."

El-Şêx da zanîn ku çalakiyên ciwanên şoreşger peyamek ji hêzên gerîlayan re ye ku wan li dijî faşîsta Tirk destanên lehengane nivîsandin.

El-Şêx destnîşan kir ku dê ciwan çalakiyên xwe li herêma Cizîrê berdewam bikin û ciwan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê deng namînin.

Dê sibe şêniyên Qamişlo berê xwe bidin Konê Berxwedan û Rûmetê û çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA