Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin

Nivîsgeha Jinan a PYD’ê li Tirbespiyê hemleya belavkirina belavokên zanakirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xist.

Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin
Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin
Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin
Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin
Li Tirbespiyê belavokên hişyarkirina têkoşîna li dijî tundiyê hatin belavkirin
24 gulan, 2022   16:49
QAMIŞLO

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Tirbespiyê ya Qamişlo hemleya belavkirina belavokan a hişyarkirina şêniyan li dar xist, da ku tundiya li ser jinan were sînordarkirin.

Belavok li sûka navendî û hin kolanên bajêr dest pê kir.

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya li Tirbespiyê Şerîfe Murad got ev hemle di çarçoveya qonaxa sêyemîn a destpêkirina hemleya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya bi diruşma "Bi têkoşîn û yekitiya jinan em ê tundiyê bi dawî bikin, pêk hat.

Şerîfe Murad da zanîn ku ji ber rewşên qetilkirina jinan di civakê de zêde bûn, wan dest bi hemleya hişyarkirina civakê kir ku ev sûc werin sînordarkirin.

(fr)

ANHA