Meclisa Jinan a PYD’ê li Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Meclisa Jinan a PYD’ê şaxê Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û sûcên guhartina demografîk ku projeya Osmanî ji nû ve vejîne, şermezar kirin.

Meclisa Jinan a PYD’ê li Minbicê sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
24 gulan, 2022   14:04
MINBIC

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên guhartina demografîk li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê Rîm Derwîş daxuyanî li stada 15’ê Tebaxê xwend, tê de endamên jin ên PYD’ê, Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ku banga azadî û rûmetê dihat kirin, lê piştre rêya wê hate guhartin. Dewletên derve destwerdan li karûbarên Sûriyê kirin ku berjewendiyên xwe yên mêtingerî û dagirkirinê pêk bînin, di serî de j dewleta Tirk. Rola wê jî di dirêjkirina aloziya Sûriyê û belavkirina tevliheviyê de zêde bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyê ve komên tundraw ên bi nûnertiya DAIŞ’ê li ser xaka xwe perwerde kirin, çek dane wan, sînorê xwe yê bi ser Sûriyê ve ji wan re vekir. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bû.

Dewleta Tirk li herêmên ji Sûriyê dagir kirine, sûcên hovane li dijî welatî û pêkhateyan, ji qetilkirin, îşkencekirin, û talakirina xêr û bêran û şûnwaran pêk tîne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi dosyaya vegerandina penaberên sûrî hate kirin ku dewleta Tirk hewl dide penaberên sûrî li herêmên dagir kirine bi cih bike. Lê bi wê yekê dixwaze projeya demografîk temam bike û xewnên Osmaniyan pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hember welatiyan bi erka xwe rabe û sînorekê ji siyasetên guhartina demografî re deyne.

(fr)

ANHA