Li Efrîna dagirkirî zarokekê xwe kuşt

Li gundê Meydan Ekbez ê navçeya Raco ya kantona Efrînê, zarokekê xwe kuşt.

Li Efrîna dagirkirî zarokekê xwe kuşt
24 gulan, 2022   09:40
 ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî ragihand ku zaroka bi navê Zeyneb Emîn (14) li gundê Meydan Ekbez ê navçeyê xwe kuştiye.

Li gorî heman çavkaniyan, piştî bûyerê Zeyneb rakirine navçeyê da ku bê dermankirin, lê jiyana xwe ji dest daye. Paşê roja sêşemê li goristana gund hatiye veşartin.

Li kantona dagirkirî, ji ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, bûyerên xwekuştin, kuştina zarokan û jinan zêde bûne. Rojane jin tên revandin û rastî tecawizê tên.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ku di 30`yê Kanûna 2021`an de derxistine, di 2021`an de 84 jin hatine kuştin, di nava de 6 bûyerên xwekuştinê hene, 70 bûyerên tecawîzê li dijî jinan, 718 kes hatine revandin ku di nav de 82 jin û 25 zarok hene.

(şx)

ANHA