Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza parastina welatiyên herêmê da-hat nûkirin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî vê dawiyê zêdetirî “120 binpêkirin” pêk anîne. El-Xelef bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî wê yekê şermezar kir.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soza parastina welatiyên herêmê da-hat nûkirin
24 gulan, 2022   08:13
EYN ÎSA

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ji rojnamevanan re axivî û bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsa û gundewarên kantona Girê Spî eşkere kir.

Riyad El-Xelef êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ku di encamê de windahiyên canî çêbûn û zirarên madî gihîştin gundên nêzî eniyên şer ên Hoşan, Xalidiyê, Fatisa, Mişêrfê, Sakîro, Xefiye El-Weheb, Erîde û Kor Hesen şermezar kirin.

El-Xelef anî ziman ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di çarçoveya parastina gelê herêmê de bersiva êrişan dide.

Riyad El-Xelef her wiha daxuyand ku artêşa Tirk bi tankan û çekên giran û navîn “zêdetirî 120 binpêkirin” pêk anîne û bi balafiran welatî kirin armanc.

Di çend rojên dawîn de, ajansa me hedefgirtina 6 welatiyan, di nav de jinek û 4 zarokên wê li Mezraya Qirtac (5 km başûrê Eyn Îsa) birîndar bûbûn, her wiha hedefgirtina gundê Mişêrfê roja yekşemê ku di encamê de welatiyê bi navê Rida Elî Hisên (25) birîndar bûbû, belge kirin.

Riyad El-Xelef her wiha bêdengiya Rûsyayê ku hêza garantor e ya li hemberî van sûcan şermezar kir.

Riyad El-Xelef soza parastina kantona Girê Spî ji êrişên artêşa Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

(eh)

ANHA