'Yekane rêya têkbirina êrişên dagirkeriyê, hevgirtina gelên herêmê ye'

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê da zanîn ku erka parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji êrişên dagirkeriya Tirk li ser milê hemûyan e û got, "Armanc ji van êrişan dagirkirina herêmê û pêkanîna projeya Osmaniya nû ye."

'Yekane rêya têkbirina êrişên dagirkeriyê, hevgirtina gelên herêmê ye'
24 gulan, 2022   06:57
REQA-ALA EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de berdewam e. Li hemberî van êrişan civata navneteweyî bêdeng e.

Der barê mijarê de, berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê, Itîmad El-Ehmed got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ‏Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca dagirkirinê ne.‏

'DAIŞ Û DEWLETA TIRK YEK IN'

Itîmad El-Ehmed anî ziman ku ev êriş nîşan didin ku dewleta Tirk û DAIŞ yek in û ew ‏weke tolhildanekê ji têkbirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Itîmad El-Ehmed da zanîn ku armanca dewleta Tirk ew e ku Osmaniya nû vegerîne, projeya Rêveberiya Xweser were têkbirin û fitne di navbera pêkhateyên herêmê de werin derxistin.

Itîmad El-Ehmed bi domdarî got: "Ev êriş binpêkirina eşkere ya mafên mirovan, mîsaqên navneteweyî û mafên dewletên cîran in. QSD’ê û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan û niyetên dewleta Tirk a dagirker baş nas dikin."

Der barê sekna li hember êrişan de Itîmad El-Ehmed ev tişt anî ziman: "Em li hember êrişan hevgirtî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrişî herêmê dike. Lê ev yek dûrî rastiyê ne. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî gef li ewlehiya wê nexwarine û destwerdanê li karûbarên wê nekirine û êrişî gelê wê nekirine. Berovajî vê yekê dewleta Tirk êriş dike û destwerdanê li karûbarên wan dike."

Itîmad El-Ehmed her wiha got "Rêveberiya Xweser di çarçoveya kurdiyatiyê de wesif dikin û li ser vê bingehê êrişên xwe pêk tînin. Lê di rastiyê de Rêveberiya Xweser ne tenê ji kurdan e, tê de hemû pêkhateyên herêmê hene."

Li ser rola gerîlayan Itîmad El-Ehmed da zanîn ku gerîla li çiyayan parastina welatiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi ewle û îstîqrar bijîn.

‛EM BANG LI TU KESÎ NAKIN DÊ WELATIYÊN VÊ XAKÊ PARASTINA WÊ BIKIN’

Itîmad El-Ehmed got, divê gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û bi yek dest bin ku li hember vê dagirkeriyê bisekinin.

Itîmad El-Ehmed her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku helwestekê ‏li hember van êrişan nîşan bidin û ji bêdengiya xwe derkevin.

Itîmad El-Ehmed di dawiyê de ev tişt got: "Em bang li jin, mêr, rûspî û ciwanan dikin li kêlek hev ‏bisekinin. Ji ber ku gel bi xwe çarenûsa xwe diyar dike, ne dewletên ku dixwazin axa me dagir ‏bikin."‏

ANHA