​​​​​​​Sala xwendinê ya 2021-2022`yan bi dawî bû

Sala xwendinê ya 2021-2022’yan îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Di vê salê de guhertinek û zêdekirina pergaleke nû di pergala perwerdeyê de de pêk hatin.

​​​​​​​Sala xwendinê ya 2021-2022`yan bi dawî bû
24 gulan, 2022   11:06
QAMIŞLO

Îro sala xwendinê ya 2021-2022`yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dibe û betlaneya havînê ji bo mamoste û xwendekaran dest pê dike.

Di vê salê de hejmara xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî gihaştibû 834 hezar û 355 xwendekarî.

Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, perwerdeyê di 12’ê Îlonê de dest pê kiribû.

Di sala xwendinê ya 2021-2022`yan de guhertinek û zêdekirina pergaleke nû di pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat. Yek jê, biryara rakirina ezmûnên wekhev ên ji bo refên 9 û 12`an li herêma Cizîrê bû û îsal jî ev sîstem di meriyetê de bû. Ya duyemîn jî cara yekemîn pergala xwendina serbest (hur) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihand.

Bawernameyên xwendekaran dê di rojên bê de bên belavkirin.

(sb)

ANHA