Rojnameyên erebî: Hizbullah li Siwêydayê xwe xurt dike

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, behsa firehbûna serweriya Hizbullahê li Siwêydayê, nakokiya di navbera Yekitiya Xebatê û serokê Tûnisê de û hilbijartinên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Hizbullah li Siwêydayê xwe xurt dike
24 gulan, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HIZBULLAH BI RÊYA KOMÊN EWLEHIYÊ YÊN XWECIH SERWERIYA XWE LI SIWEYDAYÊ FIREHTIR DIKE`

Rojnameyên Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Piştî pêkanîna lihevhatinan li başûrê Sûriyê ji sala 2018`an ve, komên çekdar ên xwecih ji aliyê rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê ve ji nû ve sazûmaniya wan hat çêkirin. Agahî hene ku Hizbullaha Lubnanê bi rêya komên ewlehiyê yên xwecih serweriya xwe firehtir dike.

Edîtorê giştî yê tora ‘Siweyda 24’ Reyan Marûf, diyar kir ku kargeheke biçûk a Captagonê ji gundewarên Humsê bi lêçûna 75 hezar heta 100 hezar dolarî anîne Siwêydayê û dest bi hilberandinê hatiye kirin.

Her wiha destnîşan kir milîsên Hizbullahê gelek ciwanên Siweydayê perwerde kirine ku bi saziyên ewlehiyê yên Sûriyê re kar dikin. Avahiyên wan ên taybet li bajarokên li ser rêya Şam û Siweydayê, cihek taybet ji bo girtinê mîna girtîgehê hene. Ev komên çekdar bi awayekî organîzekirî dewriyeyan pêk tînin û endamên wê unîforma li xwe dikin. Mehane mûçeyan digirin. Ev destnîşan dike ku perwerdeyek û fînanseyek ji bo van koman re tê dayîn. Li gorî pêşbînan, ev fînans xweser e û bi rêya karên nemeşrû pêk tê mîna parastina xetên qaçaxciyê, hilberandina wê û belavkirina wê li herêmê.”

`QEYS BANGA DESTPÊKIRINA DIYALOGÊ LI YEKITIYA XEBATÊ KIR`

Der barê rewşa Tûnisê de, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Sekreterê giştî yê Yekitiya Xebatê ya Tûnisê Nûredîn El-Tabûbî eşkere kir ku serokê Tûnisê Qeyse Seîd li ser mekanîzmayên diyalogê yên ji bo tevlêkirina hemûyan di nav de Yekitiya Xebatê bi israr e. Çavdêran diyar kir ku ev gav, ji bo El-Tabûbî û rêveberên din ên yekitiyê mîna şokekê bû ku dixwazin li gorî şertên xwe tev li diyaloga nîştimanî bibin. 

Li gorî malpera rojnameya El-Şab El-Yewm, El-Tabûbî li pêşiya Desteya Rêveber a Yekitiyê roja duşemê axiviye û gotiye: “Serok Seîd Qeys li ser diyalogê li gorî forma ku hatî ragihandin, bi israr e.”

Çavdêran destnîşan kir ku Qeys îsbat kir ku hemû pêkhateyên civakê mîna hev digire û nahêle rêveberiya Yekitiya Xebitandinê xwe li ser hemûyan bigire. Her wiha rola wê diyar kir ku dê cih di komîteya şêwirê ya kar û barên aborî û civakî de bigire. Ev tê wateya ku pêşniyarên wê dê di çarçoveya nîqaşkirina rewşa karkeran û guhertina saziyên hikumetê de dûrî aliyê siyasî bimînin.”

‘GELO LUBNAN DÊ BI ALOZIYEKE DEMDIRÊJ RE RÛ BI RÛ BE?’

Têkildarî rewşa Lubnanê piştî hilbijartinan rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî destpêkirina muhleta 15 rojan a hilbijartina serokê parlamentiyê û endamên desteya nivîsgehê, helwestên girêdayî vê mijarê li hev parçe bûn. Hinek dibêjin helwestên heyî, zêdekirina şertan pênase dikin ku dê dest bi dan û standinan bê kirin. Hinek din jî hişyarî didin ku dê welat derbasî qonaxa valahiya parlamentoyê bibe ku dê bi xwe re valahiyeke hikumî çêke. Heta bigihêje valahiyeke serokatiyê, nexasim bi nêzîkbûna bidawîbûna dema serokatiya Mîşel Ewn re di 31`ê Cotmehê de.

Ji vê rewşa diyar dibe ku Lubnan bi pêvajoya dijwartir re rû bi rû ye, heke hêzên heyî bi lez tev negerîn û desteka erebî û navneteweyî bi dest nexist.”

 (şx)