Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla

Bi sedan welatiyên Hesekê bi şahiyekê piştgirî dane berxwedana gerîlayên azadiyê.

Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
Şêniyên Hesekê piştgirî da berxwedana gerîla
23 gulan, 2022   18:35
HESEKÊ

Bi sedan welatiyên Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla  ya li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Meydayê, silav kirin.

Şahî bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin" li qada Suryan a li taxa Nasîre ya bajar hate lidarxistin.

Beşdaran wêneyên rêber Ocalan, alên YPJ, YPG û Kongra Star hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser berxwedana gerîla, îsrar, têkoşîn û vîna wan a xurt hate pêşandan.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşûş wiha got: "Em berxwedana gerîla ya lehengane li çiyayan silav dike, bi dil û can bi hemû hêzên xwe yên leşkerî re ne ku şerê dijmin dikin. Bi êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî hêzên me dimeşînin de rûbirûyî şerekî rasteqîn in."

El-Mehşûş hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên guhartina demografiya herêmê bi rêya bicihkirina penaberên ji parêzgehên din û koçberkirina şêniyên wê, şermezar kirin.

El-Mehşûş destnîşan kir ku di navbera hikumeta Iraqê û dewleta Tirk a dagirker de lihevkirineke heye.

El-Mehşûş da zanîn ku ew û hêzên wan ên leşkerî dê bi yekî li hember êrişên dijmin bisekinin heta wê têk dibin û serkeftinê qezenc dikin.

Şêwirmenda rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Şîtka jî wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji bicihkirina penaberan îmhakirina hebûna kurdan û vegerandina sînaryoya Osmanî ye. Malbata Barzanî jî piştgirê dide Erdogan ku dijminê kurdan e."

Zeyneb Şîtka eşkere kir ku ew ê heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî û vegerandina li wan, li ber xwe bidin.

Şahî bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA