​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin

Bi diruşma "Fedekariyên şehîdên me sembola berxwdanê ne", Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di hefteya çaremîn a pêngava "Pîroziya Şehîdan" a ku ji 3 mehan ve hatiye ragihandin de, şahiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re li dar xist.

​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin
​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin
​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin
​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin
​​​​​​​Çalakiyek ji bo zarok û malbatên şehîdan re hate lidarxistin
23 gulan, 2022   16:13
MINBIC

Hejmarek malbatên şehîdan ên Minbicê û Idlibê û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Reqayê tev li şahiyê bûn ku li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/05/23/150514_abtsam-abd-alqadr.webp

Di destpêka çalakiyê de, deqeyeke rêz hate girtin, piştre berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir  bixêrhatina beşdaran kir û got: "Îro em li ser vê axa pîroz a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan disekinin, ji bo em fedakariya wan bi bîr bînin."

Îbtîsam Ebdulqadir anî ziman ku li dijî herêm êriş û gef hene û banga hevgirtin û xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

/ar/uploads/files/2022/05/23/150531_hya-alaysa.webp

Piştre jina ciwan a bi navê Heya El-Îsa helbestek xwend û çend stran ji aliyê Koma Şehîd Hevrîn Xelef ve hatin gotin. Her wiha koma Til Hozan stran û govend pêşkêş kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê zarok û malbatên şehîdan xelat kirin.

Piştre hevjîn û dayikên şehîdan bi hevkariya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek  derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de da. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna Dahir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em wek hevjîn û dayikên şehîdên Minbicê û bi rêya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê îro bi hemû pêkhateyên Sûriyê û ji tevahiya axa Sûriyê, ji hundirê şoreşa aşitî û azadiyê, şoreşa ku jin pêşengtiya wê kiriye, civîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên înkarkirin û qirkirinê li dijî kurdan û hemû gelên herêmê yên ku xwe bi xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê îsbat kirin, dimeşîne.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser gelê herêmê û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li hemû gelên herêmê hate kirin ku li dijî Osmaniya nû rabin ser piyan û rê nedin dewleta Tirk armanc û niyetên xwe li ser axa pîroz pêk bîne.

Çalakî û daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana gelên azad" bi dawî bûn.

ANHA