Xebatên serjimariyê li navçeyên Hesekê dest pê kirin

Îro Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê li navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê dest bi serjmariyê kir.

Xebatên serjimariyê li navçeyên Hesekê dest pê kirin
23 gulan, 2022   08:46
HESEKÊ

Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê bi tevkariya mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û hevserokên komînan li navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê dest bi serjimariyê kir.

Mamoste vê sibê li navendên tenduristiyê yên her sê navçeyan kom bûn û paşê li ser komînan hatin belavkirin da ku dest bi serjimariyê bikin.

Di her tîmekê de mamoste û serokên komînan, çavdêrên navendên perwerdeyê yên her sê navçeyan, çavdêrên Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê hene.

Li gel girtina dibistanan li navçeyên navborî tê payîn ku xebatên serjimariyê 2 rojan berdewam bikin.

(şx)

ANHA