Bi sedan şênî cenazeyê welatparêz Mihemed Çelebî li cihê hatî şehîdxistin oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê kom bûn da ku cenazeyê welatparêz Mihemed Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê oxir bikin ku bi destê îstîbarata dewleta Tirk de hat şehîdxistin.

Bi sedan şênî cenazeyê welatparêz Mihemed Çelebî li cihê hatî şehîdxistin oxir kir
23 gulan, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî yê di encama sûîqestê de 17'ê Gulanê li Silêmaniyê şehîd bûye, ji aliyê girseya gel ve ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin û merasîmek hate lidarxistin.

Girsya gel bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamya saet 10:00’an li ber derê Tiba Edlî ya Silêmaniyê kom bû, cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bimre Xiyanet” ber bi taxa Bextiyarî ku lê şehîd ketibû ve birin. Li wir piştî merasîmeke girseya gel heya mizgefta Ehmedê Hecî Elî (City Center) meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşm hatin berzkirin û hevkarî, nokerî û êriş hate şermezar kirin.

Piştî merasîmê cenazeyê Çelebî wê bi karwanekî, destpêkê bişînin Koyê, piştre jî derbasî Bakurê Kurdistanê, bajarê Wanê bê kirin.