​​​​​​​Rayedarên îranî: Em ê bersiva kuştina fermandarê Artêşa Pasdaran bidin

Rayedarên Îranê diyar kir ku ew ê bersiva êrişa li dijî fermanderekî Artêşa Pasdaran a Îranê ya li Tehranê bidin. DI encama êrişê de ji fermnadarên Artêşa Padaran ê bi navê Hesen Seyad Xudayarî hatibû kuştin.

​​​​​​​Rayedarên îranî: Em ê bersiva kuştina fermandarê Artêşa Pasdaran bidin
23 gulan, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Fermandariya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihandibû ku fermandarekî wan ê bi navê Hesen Seyad Xudayarî ku wek ‘Parêzerê Herêmê’ tê zanîn, li kolaneke nêzîkî cadeya Mûcahîdên Îslam a li rojhilatê Tehranê di erebeya xwe de hatibû kuştin.

Li gorî daxuyaniyê êriş duh derdora saet 16:00’ê êvarê çêbûye û 2 êrişkarên li motoran siwar bûbûn, li nêzîkî mala fermandarê wan êrişa çekdarî pêk aniye û paşê jî ji cihê bûyerê reviyane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade jî bûyer piştrast kir û îdia kir ku “dijminên Îranê” dixwazin bi rêya kuştina fermandarên wan aloziyê li Îranê derxin.

Her wiha serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî li ser mijarê peyamek belav kir û diyar kir ku dê bersiva êrişa dijî  fermandarê wan bidin û eşkere kir ku ew ji bo girtina wan kesan lêkolînê dikin.