Li Beyrûtê panelek li ser 18’ê Gulanê

Bi boneya Roja Şehîdan ku dikeve 18’ê Gulanê, bi sedan kurdistaniyên li Lubnanê, beşdarî panela ku li Beyrûtê hate lidarxistin, bûn.

Li Beyrûtê panelek li ser 18’ê Gulanê
22 gulan, 2022   18:56
BEYRÛT

Di panelê de endama Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê Netewî Xemgîn, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed û serokê Weqfa Newroz a Çandî û Civakî Cemal Hesen axivîn.

Axêveran li ser girîngiya rola şehîdan di parastina nirxên gelan û destkeftiyên şoreşê de axivîn.

Her wiha axêveran soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ser şopa wan bin û têkoşînê bilind bikin.

 ANHA