​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin

Fedrasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê,  her wiha tecrîda li ser rêber Ocalan meşek li dar xist.

​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
​​​​​​​Birîndarên Şer: Em êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin
22 gulan, 2022   18:39
QAMIŞLO

Nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî û bi hezaran şênî tev li meşê bûn. Beşdaran pankartên "Em ê bi vîna gelan û gerîla dagirkerî û îxanetê têk bibin", wêneyên rêber Ocalan û şehîdên Berxwedana Rûmetê hildan.

Meş ji ber navenda Mihemed Şêxo ya Çnad û Hunerê dest pê kir û ber bi navenda NY’yê ya li Qamişloyê ve çû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda NY’yê ji hêla endamê rêveber ê Federasyona Birîndarên Şer Kemal Rojhilat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û mirovî hat kirin ku li dijî terora dewleta Tirk li ser gelên Rojhilata Navîn di şexsê gelê Kurd de, hewldanên qirkirina gelê Kurd û tecrîda li ser rêber Ocalan helwesteke cidî nîşan bidin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, CPt û OPCW hat kirin ku dev ji hevkarî û bêdengiya xwe berdin û tedbîrên lezgîn ji bo sekna li hember van qirêjî û komkujiyan pêk bînin.

Meş bi diruşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(şt)

ANHA