Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn

Bi dehan ciwanên kampa Newrozê beşdarî "Konê Berxwedanê" ya li Dêrikê bûn.

Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn
Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn
Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn
Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn
Ciwanên Kampa Newrozê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedanê" bûn
22 gulan, 2022   18:52
QAMIŞLO

Ciwanên Kampa Newrozê li navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kom bûn û bi meşekê berê xwe da "Konê Berxwedanê" ya li Dêrikê. Ciwanên diruşmên bijî berxwedana gerîla berz kirin.

Şêniyên Dêrikê û nobetdarên li bin Konê Berxwedanê ciwan pêşwaz kir.

Li bin kon endama rêveber a Kongra Star şaxê Dêrikê Fatme Silêman bixêrhatina ciwanên tev li vê çalakiyê bûne ku destekê bidin hêzên gerîla, kir.

Fatme Silêman bêdengiya rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîda li ser rêber Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla, şermezar kir.

Dûre têkildarî têkoşîn û berxwedana gerîla li Avaşîn û Zapê sînevîzyonek hate pêşandan.

Tê payîn sibe şêniyên Girkê Legê berê xwe bidin Konê Berxwedanê.

ANHA