Li Îranê xwepêşandanên girseyî

Li 10 bajarên Îranê li dijî rewşa nebaş a jiyanê û mûçeya kêm xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Îranê xwepêşandanên girseyî
22 gulan, 2022   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên li ser dezgehên çapemeniyê û malperên Îranê hatine parvekirin, îro li bajarên Tehran, Ehwaz, Qezwîn, Kirmaşan, Reşit, Şûşter, Şûş, Îlam, Têrwêz û Kirman kesên karbes bûne xwepêşandan li dar xistin.

Li bajarê Êranda li ber Saziya Sîgorteyê xwepêşandan pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmeyên weke, “Soz soz çend zêde bûn, lê hemû derew bûn”, “Wezîrê bê sûd, zû dest ji kar berde”, “Bes li ser cadeyan demildest mafê me” û “Hewar, dad û bêdad, di destê neheqî û bêdadî” berz kirin.

Li gorî nûçeyan, hêzên ewlehiyê li bajarê Îlamê êrişî teqawîtbûyan kiriye û belav kirine. Xwepêşandêr daxwaz dikin ku yasaya wekheviyê pêk were  û sîgorteya teqawîtbûnê û mûçexwerin were dayîn.