Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Dagirker çekên giran tîne eniyên şer

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên Til Temir û Zirganê zêde bûye û ji destpêka meha Nîsanê  ve li wan herêman çekên giran bi cih dike, di heman demê de tevgera balafirên bê mirov ên bi çek li asîmanê herêmê zêde kiriye.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Dagirker çekên giran tîne eniyên şer
23 gulan, 2022   00:47
HESEKÊ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê zêde bûne. Rojane ew herêmê tên topbarankirin û balafirên bê mirov li asîman digerin.

Di vê der bar de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda ji ajansa me re axivî.

Ferhad Canfeda diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Til Temir û gundewarên wê zêde bûne û got: "Ji destpêka meha Nîsanê ve heta niha êrişên li ser gundewarê Til Temirê heta Zirganê zêde bûne."

Ferhad Canfeda destnîşan kir ku dagirker di êrişên xwe de, bi taybet ên li ser gundên aşûriyan, goristan û cihên pîroz dikin hedef û aramanc dikin ku gelê herêmê bidin koçberkirin û tirsê belav bikin.

Canfeda got :"Li kêlek êrişên rojane, ji meha Nîsanê ve tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer zêde bûye. Dagirker çekên giran li baregehên xwe bi cih dikin û balafirên wê bê mirov ên bi çek li asîmanê herêmê digerin."

Meclisa parêzvanên sînor û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li gorî peymanên agirbestê tev digerin, li gorî mafê parastina rewa bersiva êrişan didin.

Fermandar Ferhad Canfeda îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêjin QSD'ê wan dikin hedef derewand û ev tişt diyar kir:" Em parastina gel û xaka xwe dikin, behaneyên wan derew in, em van gotegotan red dikin."

Der barê rola hêzên Rûsyaya garantor li herêmê de Canfeda got: " Hêzên Rûsyayê êrişan dibînin, baregehên wê jî rastî topbaranê tên. Beriya çend rojan derdora baregeha wê hat topbarankirin, hêzên hikûmeta Şamê jî tên hedefgirtin. Lê ew bê deng in, der barê binpêkirinên peymana agirbestê  de helwest nîşan nadin û bersiva jêdera êrişan jî nadin."

Ferhad Canfeda ev tişt jî anî ziman: " Li herêmê hêzên Rûsyayê ji binpêkirinan bê deng in, lê li herêmên kêmkirina şer li Bakur Rojavayê Sûriyê berevaj tev digerin.

Piştî ku bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, hêzên Rûsya û parêzvanên sînor ên hikûmeta Şamê weke garantorên agirbestê derbasî herêmê bûn.

Canfeda diyar kir ku bêdengiya wan hêzên tê wateya ku li dijî gelên herêmê peymanekê di navber wan û dewleta Tirk a dagirker de heye.

Canfeda diyar kir ku ji dema hêzên Rûsyayê derbasî herêmê bûne heta niha erkên xwe bi cih neanîne.

Fehad Canfeda di dawiyê de anî ziman ku ew ê di parastina herêmê de berdewam bin û amade canê xwe bidin  û got:"Em her tim amade ne hêza dijmin bişkînin û rê nedinê ku metreyekê ber bi herêmên me ve pêşde werin. Em amade ne weke li Cezaîrê milyonek şehîd bidin heta ku serkeftinê pêk bînin."

(şt)

ANHA