Şêx û rûspiyên Eyn Îsayê: Vebijêrka me berxwedan û piştevaniya QSD'ê ye

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma rojhilatê navçeya Eyn Îsa anîn ziman ku dê li hemer êrişên dewleta Tirk bi QSD`ê re bisekinin. Her wiha plana dewleta Tirk  ên guhertina demografiya herêmên dagirkirî şermzar kirin.

Şêx û rûspiyên Eyn Îsayê: Vebijêrka me berxwedan û piştevaniya QSD'ê ye
22 gulan, 2022   14:52
EYN ÎSA

Rêxistina PYD`ê ya kantona Girê Spî civînek ji şêx û rûsiyên eşîran re li dar xist. Civîn li gundê Şêx Hesen ê 25 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa hate lidarxistin. Rûspiyê eşîra Teyî, Şêx Elî El-Elî, rûspiyê eşîra El-Redînî , Elî Hesen El-Hemade, rûspiyê eşîra El-Bû Esaf, Hesen El-Hemed El-Selame, rûspiyê eşîra El-Bû Raşid, Hesen Îsmaîl El-Elî, rûspiyê eşîra El-Mucadma, Ebdullah El-Seray, rûspiyê eşîra El-Merendiye, Omer El-Hebûd, Hevserokê Meclisa PYD`ê yê kantona Girê Spî Mistefa Ezîz û nûnerê PYD`ê yê herêma rojhila Ayid El-Ayid beşdarî civînê bûn.

Di civînê de geşedanên siyasî û leşkerî li herêmê ji aliyê Hevserokê PYD`ê yê kantona Girê Spî Mistefa Ezîz ve hate nirxandin. Ezîz di axaftina xwe de behsa xeteriyên li ser herêmê ji ber êriş û gefên dewleta Tirk kir û got armanc ji vê yekê ewe ku tevlihevî û tirsê di nava sivîlan de belav bike da ku herêmê ji şêniyên wê vala bike.

Ezîz diyar kir ku çavên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û dixwaze sûdê ji şerê Rûsya – Ukrayna bigre da ku gelên li herêmên Rêveberiya Xweser tune bike.

Şêx û rûspiyan axivîn, nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk  ên li ser herêmê da û got ev yek gefan li ewlehî û aramiya şêniyên herêmê dixe.

Her wiha behsa siyaseta mêtîngeriyê ku dewleta Tirk dixwaze li herêmên dagirkirî pêk bîne ku armanca wê guhertina demografî, derxistina tevlîheviyê û parçekirina gelê yek welatî ye, kir.

Şêx û rûspiyan di dawiyê de teqez kir ku vebijarka yekem û dawî sekna li hember projeyên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ye û destekdayîna ji QSD`ê re ye ku parastina rûmeta xakê dike.

(bx)

ANHA