​​​​​​​Bi zêdetirî 100 hawnan, 11 gundên Til Temirê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve 11 gundên Til Temirê bi zêdeyî 100 hawnan topbaran kirin, di encam de 3 cotkar birîndar bûn û agir bi zeviyan ketin.

​​​​​​​Bi zêdetirî 100 hawnan, 11 gundên Til Temirê hatin topbarankirin
22 gulan, 2022   14:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên xwe li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Ji vê sibehê heta danê nîvro gelek gundên Til Temirê yên tijî sivîl topbaran kirin. Di encam de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn û ziyan gihişt mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê li ser rêya Zirganê, Til Şinan ê asûrî yê bakurê rojhilatê Til Temirê, stasyona kehrebeyê ya li bakurê Til Temirê, mezreyên sivîlan a li gundê Til Uma û navenda navçeya Til Temirê, her wiha gundê Qesir Tûma Yilda yê dikeve rojavayê Til Temirê, gundên Xêbişa jorîn û Xêbişa jêrîn ên rojava û başûrê rojavayê Til Temirê, gundê Tewîla yê rojavayê Til Temirê yê li ser rêya M4 û gundê El-Ebûş yê dikeve bakurê Til Temirê li ser rêya Zirganê topbaran kirin.  Zêdeyî 100 hawan, mûşek û top li wan 11 gundan ketine.

Di encama topbaranan de 3 cotkarên ku li nêzî gundê Til Cuma di nava zeviyên xwe de kar dikirin birîndar bûn. Birîndar ji bo Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hatin şandin.

Navên birîndaran wiha ne,  Lûey Xelîl Hemad (20), Redwan Tirkî El-Tehêmî(30) û Eymen Elî El-Ehmed (25).

Her wiha ji ber topbaranê agir bi zeviyên li gundê Ebûş yê di navbera Til Temir û Zirganê de ketin, asta ziyanê nehat naskirin.

Ji duh danê sibehê ve heta niha balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin.

Hêzên Rûsyayê jî ku weke garantor derbasî herêmê bûne, tevî ku derdora baregeha wê ya li nêzî stasyona kehrebeyê hat hadefgirtin, lê bê deng in.

(şt)

ANHA