Şêniyên Dirbêsiyê êrişên li ser Mexmûr û Çemçemalê şermezar kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê şermezar kirin .

Şêniyên Dirbêsiyê êrişên li ser Mexmûr û Çemçemalê şermezar kirin
22 gulan, 2022   14:21
HESEKÊ

Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna şênî û endamên partiyê li pêşiya hola civînan ji aliyê Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Mihemed Xelef Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker operasyonên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd û gelên herêmê didomîne. Careke din serdestî û sînorê dewlatan bin pê dike. Li Başûrê Kurdistanê li Wargeha Mexmûrê bi balafireke bê mirov li wesayîteke sivîlan xist. Her wiha gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemalê yê parêzgeha Silêmaniyê bomebebaran kir."

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser operasyonên qirkirina siyasî ku dewleta Tirk li dijî kesayetên welatparêz pêk tîne û hate diyarkirin ku ev operasyon bi karekî hevbeş di navbera MÎT a Tirk û îstixbarata "Parastin" ên girêdayî PDK`ê de têne kirin.

Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û hate gotin, dewleta Tirk li ber çavên civata navneteweyî çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, lê cîhan tu helwestê nîşan nade.

Di daxuyaniyê de xiyaneta PDK`ê û beşdarbûna wê di êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  bi karekî derexlaqî hate wesifandin û hate gotin, ev êriş aloziyeke rast û astengiyeke mezin li pêşiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn çêdike.

Di daxuyaniya de hate gotin: "Em êrişên dewleta Tirk ên bi beşdarbûna PDK`ê li ser Başûr şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku sînor ji dewleta Tirk re dayne û êrişên wê li ser herêmê, rawestîne."

(bx)

ANHA