Geir Pederson li Şamê gera 8`an a civînên “komîteya destûrê” nîqaş dike

Îro Geir Pederson li Şamê bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiya û lidarxistina gera 8`an a komîteya destûrê nîqaş kir.

Geir Pederson li Şamê gera 8`an a civînên “komîteya destûrê” nîqaş dike
22 gulan, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Watan a nêzî hikumeta Şamê bi bîr xist ku nûnerê NY`yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pederson bi wezîrê karên derve yê Sûriyê,  Feysel Miqdad re li Şamê civiya û gelek dosyayên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kirin.

Pederson got: “Civîn pir baş bû, me dosyayên girêdayî biryara NY`yê ya hejmar 2254 nîqaş kir. Hinek mijarên din ên aborî û civakî jî, dosyaya penaberan li hundir û derve me jî nîqaş kirin.”

Pederson destnîşan kir ku di civînê de lidarxistina civîna komîteya destûrî hatiye gotûbêjkirin û ev yek diyar kir: “Mîna hûn dizanin, dê civîneke me li Cinevê di 28`ê Gulanê de li dar keve. Dê her sê şande tev lê bibin. Hêvî dikim ev civîn baş be, tê de pêşketin hebin û biryara 225 pêk bînin.”

Hêjayî gotinê ye ku di gerên berê yên civînên “komîteya destûrê” de tenê nûnerên hikumeta Şamê û alîgirên dewleta Tirk hatin beşarkirin û hêzên demokratîk ên Sûriyê hatin dûrxistin, ji lewra tu encam jê derneket.

(şx)