Li Amûdê bi sedan daketin qadan û piştgiriya gerîla kirin

Li dijî xiyaneta PDK`ê û beşdariya wê di êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li avçeya Amûdê xwepêşandanek li dar xist.

Li Amûdê bi sedan daketin qadan û piştgiriya gerîla kirin
22 gulan, 2022   12:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Amûdê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeyê tev li xwepêşandanê bûn. Beşdaran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, PKK, YPJ/YPG`ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Rêya we rêya me ye, armanca we armanca me ye, hevbeşiya bi dewleta Tirk re diminatiya hemû gelan e" rakirin.

Xwepêşandêran ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a li Navçeya Amûdê dest bi xwepêşandanê kir û ber bi Çerxerêya Jina Azad ve çûn. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Navçeya Amûdê Zagros Çiya axivî û got: "Em xiyanet û sûcên PDK`ê bi hevbeşiya artêşa Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şermezar dikin û dibêjin em ê piştevanên HPG`ê bin û heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna xwe dewam bikin."

Di dawiyê xwepêşandanê de beşdaran wêneyê Erdogan û Nêçirvan Barzanî şewitand û dirûşmên “Na ji xiyanetê re” berz kirin.

(eh)

ANHA