Di êrişa balafira dewleta Tirik de li rojhilatê Eyn Îsayê welatiyek birîndar bû

Di êrişa balafireke bomebebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker de li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê welatiyek birîndar bû.

Di êrişa balafira dewleta Tirik de li rojhilatê Eyn Îsayê welatiyek birîndar bû
22 gulan, 2022   12:54
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bombebarkirî  li derdorê gundê Mişêrfe yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê (3 km başûrê rêya M4) xist. Di encamê de, welatiyê bi navê Rîda Elî Hisên (25) birîndar bû.

Welatiyê birîndar bûye, rakirina Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a li navçeyê. Bijîşkan got tevî birînên zêde yên di laşê wê de jî, rewşa Rîda Elî Hisên baş e.

Ji zêdetirî beriya du salan ve êrişên li ser navçeya Eyn Îsayê dewam dikin. Ji ber êrişan, 62 welatî şehîd û birîndar bûne ku 37 ji wan zarok in û hinek ji wan astendar bûne. Her wiha şêniyên bi dehan gundan hatin koçberkirin û gunên wan hatin rûxandin.

(cx)

ANHA