Li dijî êrişên qirkirinê li Dêrikê “Konê Berxwedanê” hat vedan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişên artêşa Tirk û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Dêrikê "Konê Berxwedanê" vedan.

Li dijî êrişên qirkirinê li Dêrikê “Konê Berxwedanê” hat vedan
22 gulan, 2022   12:28
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Herêma Cizîrê yên li dijî êrişên artêşa Tirk dane destpêkirin de, li kolana Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Navçeya Dêrikê Konê Berxwedanê hate vedan.

Di roja yekemîn a çalakiya Konê Berxwedanê de, şêniyên navçeya Dêrik, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Li konê çalaiyê pankartên bi nivîsên "Bijî ciwan re ber bi serkeftin û têkbirina dagirkeriyê ve, serkeftin a gerîla ye" hatin daliqandin.

Di destpêka çalakiyê de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Newroz Hesen axivî û got: "Tecrîda girankî ku dewleta Tirk a faşîst li ser rêber Ocalan ferz kiriye, berdewam e. Dewleta Tirk hemû daxwazên malbatê û parêzerên rêbertî yên hevdîtinê red dike û hewl dide bi hemû rêbazan gel ji felsefeya rêber Abdullah Ocalan bêpar bike."

Newroz Hesen anî ziman ku berxwedana gerîla ya nûnertiya vîna gelê Kurd dike, hemû planên artêşa Tirk têk birin û ruxmî çekên giran û qedexekirî jî, lê dîsa gerîla derbên giran li dijmin dide.

Newroz destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya çete û şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne, da ku li ser hesabê gelê herêmê rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û bi rêya bicihkirina penaberên sûrî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê guhartina demografiyê çêbike.

Newroz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe bilind bikin û heta pêkanîna serkeftinê em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin û planên dewleta Tirk a faşîst têk bibin."

Çalakiya Konê Berxwedanê dê bi beşdariya gel û saziyên civaka sivîl ên navçeya Til Koçber, Girkê Legê û Çilaxa 4 rojan dewam bike.

Tê payîn ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Çilaxa di saetên pêş de beşdarî çalakiyê bibin.

(eh)

ANHA