Şehîd Beşar El-Mihêmêd li Til Koçerê bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Senadîd Beşar Sedam El-Mihêmêd li Goristana Şehîd Uqab Eswed a li navçeyê, oxir kir.

Şehîd Beşar El-Mihêmêd li Til Koçerê bi merasîmekê hat oxirkirin
22 gulan, 2022   12:02
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer, Hêzên Senadîd û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da Goristana Şehîd Uqab Eswed da ku tev li merasîma şehîd Beşar Sedam El-Mihêmêd bibin, ku dema li ser erka xwe bû li ser benda kontrolê ya El-Elkanê li rojavayê navçeya Til Koçerê bi guleya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûbû.

Merasîmê bi torana leşkerî ji aliyê Hêzên Senadîd ve dest pê kir. Piştre fermandarê Hêzên Senadîd Xelef Emaş wiha axivî: “Ev vê socê hov ê li dijî hevrêyê me pêk hatî şermezar dikin, em soza şopandina rêya şehîdan nû dikin.”

Kurapê şehîd Beşar, Salih El-Mihêmêd axivî û bang li hemû pêkhateyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî terorê bisekinin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Beşar Sedam El-Mihêmêd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, hate veşartin.

(cx)

ANHA