Şêniyên Şedadê şehîd Fayiz El-Elî oxir kir

Şêniyên herêma başûrê kantona Hesekê cenazeyê şehîd Fayiz Xelef El-Elî li Goristan Şehîdan a Şehdadê veşart. Şêniyan teqez kir ku divê destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, werin parastin.

Şêniyên Şedadê şehîd Fayiz El-Elî oxir kir
22 gulan, 2022   11:51
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên herêma başûrê kantona Hesekê (Şedadê, Erîşe û Hedadiye) û endamên saziyên sivîl û leşkerî, tev li merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Fayiz Hemadî Xelef bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Fayiz ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Îbrahîm Colî axivî û sersaxî da malbata şehîd. Her wiha diyar kir ku berdewamkirina têkoşînê û berxwedana efsanewî ji aliyê şêniyên herêmê ve, misogeriya ewlehiya li herêmê ye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pabendî parastina şêniyan in.

Colî soza parastina ewlehiya herêmê û mayendkirina aştiyê da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Zehra El-Ehmed axivî û got: “Em deyndarên şehîdan in û divê em destkeftiyên ku ji me re pêk anîne biparêzin.”

Zehra gelên herêmê hişyar kir ku bi hewldanên hêzên derve nayên xapandin ku dixwazin tevliheviyê di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin. 

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir. Girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê spart axê.

(şx)

ANHA