Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma xiyabî ya her du gerîlayên YJA-Starê ku li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê di êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn, li dar xist.

Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
Li Hesekê merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û Zîlan Besê
22 gulan, 2022   11:43
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê îro li Goristana Şehîd Dijwar tev li merasîma xiyabî ya şehîd Sema Agirîn û şehîd Zîlan Besê bûn.

Beşdaran wênenyên her du şehîdan û wêneyê rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û Kongra Star rakirin.

Destpêka merasîmê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) toreneke leşkerî li dar xist.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Selma Qasim di merasîmê de axivî û got: "Berxwedana lehengên me li Zap, Avaşîn û Metîna dê bi ser bikeve û dewleta Tirk a faşîst bi bin bikeve. Ji ber ku em li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Ocalan mezin bûne û tu kes nikare li dijî hêzên me bisekine û vîna wan bişkîne. Soz em ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdên azadiyê bin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî fermandar Avîndar Dêrik axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Dewleta dagirker çiqasî êriş bike û hewl bide vîna gelê Kurdistanê bişkîne jî, ew ê nikaribe armanca xwe pêk bîne."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Aye Keleş nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Navên her du şehîdan wiha ne; Evîn Şêxo (Sema Agirîn) û Sîmav Hesen (Zîlan Besê), her du gerîlayên YJA-Starê 17`ê Nîsanê li herêma Zapê şehîd bûbûn.

Duh Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê nasnameya 6 gerîlayên li qada Çiya Reş a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Piştre bavê şehîd Sema Agirîn di merasîmê de axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hîn jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û armanca wê jî têkbirina vîna pêkhateyên herêmê û zindîkirina dewleta Osmanî ye. Lê em soz didin em ê heta mîsogerkirina serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin."

Merasîm bi sloganên "Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Zapê, Bijî Berxwedana Rêber Ocalan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA