Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk 3 cotkar birîndar bûn û zeviyên welatiyan şewitîn

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, 3 cotkarên ku li nêzî gundê Til Cûma yê rojavayê Til Temirê li nava zeviyên xwe bûn, birîndar bûn. Her wiha li gundê Ebûş agir bi zeviyên şêniyan ket.

Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk 3 cotkar birîndar bûn û zeviyên welatiyan şewitîn
22 gulan, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker 3 cotkarên ku li nêzî gundê Til Cûma yê rojavayê Til Temirê pale dikirin, birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker ji vê sibê ve bi dijwarî navçeyên Til Temir û Zirgan ên kantona Hesekê topbaran dike.

Li gorî nûçegihanê me her sê cotkar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê û navên wan wiha ne:

Lûey Xelîl Hemad (20)

Ridwan Tirkî El-Tihêmî (30)

Eymen Elî El-Ehmed (25)

Cotkarê birîndar Lûey Xelîl Hemad ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi patozê çêbûn nav zeviyan da ku dest bi çinîna genim bikin lê ji ber topbaranê paş de zivirîne.

Hemad wiha domand: “Piştre em dîsa vegerîn nav erd, di wê kêliyê de top li ser me barîn. Ez û welatiyên din birîndar bûn.”

Li aliyekî din, nûçegihanê me teqez kir ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên gundê Ebûş ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de ket.

Lê heta niha agahiyên têkildarî zirarên ji ber şewatê çêbûne, nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA