Şaredariya Kobanê ji ber keda wê jinek xelat kir

Li Kobanê jineke ku rojane kolana xwe paqij dikir ji aliyê Şarederiya Gel ve hat xelatkirin.

Şaredariya Kobanê ji ber keda wê jinek xelat kir
22 gulan, 2022   10:17
 KOBANÊ

Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê vê sibê, jinek ku li taxa Botan Rojava dimîne ku rojane kolana xwe paqij dikir, xelat kir.

Hedle Mûsa (50) bi karkerên paqijiyê re hevkar e û rojane kolana lê dimîne paqij dike.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan Hecî Ehmed, Hedle Mûsa spas kir û got karê wê exlaqî ye û di xizmeta bajêr de ye. Her wiha hêvî kir ku hemû şêniyên taxê bi karkerên paqijiyê re hevkar bin.

(şx)

ANHA