Artêşa Tirk êrişî stasyona kehrebeyê û gundên Til Temir û Zirganê dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi dijwarî êrişî stasyona kerhebeyê ya Til Temirê û gundên navçeyên Til Temir û Zirganê dike.

Artêşa Tirk êrişî stasyona kehrebeyê û gundên Til Temir û Zirganê dike
22 gulan, 2022   08:07
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê ragihand ku di van kêliyan de gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê, Til Şenan ê Asûran ê li bakur rojhilatê Til Temirê, Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê, gundê Xeybiş ê li başûr rojavayê navçeyê û stasyona kerhrebeyê ya Til Temirê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dijwarî tên topbarankirin.

Nûçegihana me ji navçeya Zirganê jî ragihand ku gundên Til El-Werd, Xirbet Şiêr yên başûrê navçeyê û gundê Dade Ebdel a bakurê Zirganê bi top û hawanan tên topbarankirin.

(cx)

ANHA