Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Ji bo çûyîna Îmraliyê, parêzer, malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê da.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
20 gulan, 2022   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer, malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yîldîrîm û birayê Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan her pêncşem ji bo hevdîtinê serlêdan dikirin. Ji ber ku duh betlaneya fermî bû, serlêdan îro hate kirin. Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî yên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kir.