Hikumeta Şamê: Armanca avakirina avahiyan ji bo paneberên Sûriyê mêtîngerî ye

Piştî derbasbûna 15 rojan li ser projeya serokkomarê Tirkiyê a vegera dildarî ya penaberên sûrî, Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, projeya Tirkiyê li herêmên dagirkirî, bi projeyeke mêtîngerî bi nav kir.

Hikumeta Şamê: Armanca avakirina avahiyan ji bo paneberên Sûriyê mêtîngerî ye
20 gulan, 2022   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê îro daxuyaniyek da û tê de ragihandina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku hewl dide 200 hezar avahî li bakurê Sûriyê yê dagirkirî ava bike û tê de milyonek paneberên sûrî bi cih bike, şermezar kir.

Wezaretê, daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê bi erzan ku lîstikên wê yên dijminane yên li dijî yekitiya Sûriyê, eşkere dike, wesifand.

Wezaretê di daxuyaniyê de got: ''Bazarên genî yên rejîma Tirkiyê, xuya dikin ku asta herî kêm a têgihiştina siyasî û exlaqî li ba wê tune ye, nemaze di mijara têkildarî bi aloziya Sûriyê re.''

Wezaretê di daxuyaniyê de daxuyand ku armanc ji avakirina vê herêmê; ne parastina sînorên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye, lê belê armanceke mêtîngerî ye û avakirina cihekî ye ku bi rêya planên xwe yên terorîst li dijî gelê Sûriyê pêk bîne.

Her wiha wezaretê got: ''Em vê yekê û mîna van lîstokan red dikin. Em bang li dewletên herêmê û derve dikin ên ku destê wan di fînansekiirna van projeyan de hene, propagandaya wê rawestînin û destekê nedin rejîma Tirk da ku xewnên xwe yên şeytanî pêk neyne. ''

Hêjeyî bi bîrixistinê ye ku dezgehên çapemeniyê yên tirk behsa danûstandinan di navbera hikumeta Şamê û AKP`ê de têkildarî penaberên sûrî, kirin.

(şx)