Li Zap û Avaşînê 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de li herêmên Zap û Avaşînê 10 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Li Zap û Avaşînê 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
20 gulan, 2022   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku li Zap û Avaşînê li gel ku artêşa Tirk a dagirker hemû derfetên teknolojiyê bi kar tîne jî nekariye encamekê bistîne. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên gerîla de 10 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî çalakiyên gerîla wiha ye:

“LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dagirkeran xwestin bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê yên Werxelê bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên giran li van dagirkeran dan. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man, qedemeyekê vekişin.

18’ê Gulanê saet di navbera 11.00 û 18.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê 11 caran bomberdûman kirine.

LI HERÊMA ZAPÊ

18’ê Gulanê saet di 20.00’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şere ên Girê Cehennem a girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş dane. Di 19’ê Gulanê saet di 12.00’an de dema ku dagirker di tevgerê de bûn, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dan. Li vir 2 dagirker birîndar bûn.

18’ê Gulanê saet di 12.30’an de dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dan û li vir 2 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Gulanê saet di 04.50’an de dagirkeran hewl dan li çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara teqemeniyan bi cih bikin. Hêzên me li van dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

19’ê Gulanê danê nîvro hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dan.

Di daxuyaniya me ya 19’ê Gulanê de; me agahî parve kir ku cenazeyên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di 19’ê Gulanê saet 10.30 heya saet 07:00’an de ber bi çeperên şer ve biçin û cenazeyên xwe bistînin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve yek bi yek bûn hedef û 3 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkeran qismî di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku heman rojê saet di 15:30 de xwestin êriş bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û li vir 3 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Gulanê saet di 16.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê dagirkeran ve 2 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

19’ê Gulanê saet di 06:45 û 09:45’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 caran hedef hatin girtin. Her wiha car caran pevçûn derketin. Di encama çalakiyên hêzên me de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê paşde vekişîn.

19’ê Gulanê saet 21.15-22.00’an artêşa TC’ê ya dagirker qadên Şehîd Harûn û Şehîd Dîdar ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro’yê bomberdûman kiriye û liv û tevgera helîkopteran li vir çêbûye.

19’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên li ser êrişan wiha ne:

19’ê Gulanê Girê Amediye, Girê Cûdî, Girê FM, Şehîd Harûn yên herêma Zapê. Herêmên Çemço, Gundê Rençbir Axa û Şehîd Dîdar bi obus, helîkopterên êrişê yên li ser xeta sînor û 15 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

19’ê Gulanê ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan û 9 caran bi balafirên şer bomberdûman kir.

19’ê Gulanê ji qereqolên li ser xeta sînor quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê bi obusan hate bombekirin.”