Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Hesekê li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan îro li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek bi dirûşma “Bi giyanê ciwantiyê yê Viyan û Jiyanê em şerê azadiyê bi ser bixin” destpê kir.

Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li Hesekê li dar xist
20 gulan, 2022   08:45
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan îro bi dirûşma “Bi giyanê ciwantiyê yê Viyan û Jiyanê em ê şerê azadiyê bi ser bixin”, komxebata diyalogê ya jinên ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola çandî ya Serdemê li Hesekê destpê kir.

Bi dehan jinên ciwan, endamên Kongra Star û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li komxebatê bûne.

Li gorî Komîteya Amadekar wê di komxebatê de; rejîma Baas, dagirekriya Tirk û rastiya malbata Barzanî bibin rojev.

(şx)

ANHA