Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e

Komxebata diyalogê ya jinên ciwan bi nîqaşkirina mijara yekemîn a têkildarî kiryarên rejîma Baas li dijî jinan berdewam dike. Her wiha endameke Ragihandinê ya Jinan diyar kir ku sûcên di bin navê namûsê de û tundiya li dijî jinan û parastina kujeran di qanûna cezayan a Sûriyê de, ji xirabtirîn cureyên zulmê li dijî jinan e.

Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
Komxebata diyalogê ya jinên ciwan berdewam e
20 gulan, 2022   12:41
HESEKÊ

Vi sibê Yekitiya Jinên Ciwan îro li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Jiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin” li dar xist.

Komxebat bi nîqaşkirina mijara yekemîn a têkildarî kiryarên rejîma Baas li dijî jinan berdewam e. Endama Ragihandinê ya Jinan Fenar Şîlan axivî û got: “Daxuyaniyên rejîma Baas hertim berovajî reftariyên wê ne û rêbazên ku li ser gel ferz dike û dibêje ew bi destûra xwe serbilind e ku berovajî kiryarên wê ye. Di salên 80`î de, dema bi hezaran kes di girtîgehan de bûn, bi zimanê azadiya xîtabî gel dikir. Heta niha vê siyasetê dimeşîne.”

Fenar Şîlan wiha domand: “Qanûnên têklidarî jinan, bingeha wê olî ne. Rûyê ku rejîmê ji cîhanê re eşkere kiriye berovajî rûyê wê yên hundir e. Rejîma Baas ji destpêkê ve nexwest madeyekê di destûrê û qanûnan de biguhere. Bi taybet ên girêdayî mafên jinan mîna qanûna cezayan a giştî û qanûna nasnameyê.”

Fenar wiha domand: “Ji destpêkê avabûnê û heta îro, Partiya Baas têkildarî mafên jinan tiştek nekir. Sûcên di bi navê namûsê de, tundiya li ser jinan, kujer bi rêya qanûna cezayan tên parastin. Ji ber wê em dikarin bêjin ku ev ji xirabtirîn cureyên zulmê ku li dijî jinan e têkirin.”

Fenar destnîşan kir ku sala 2002`yan rejîma Sûriyê daxwaz kir ku tev li lihevkirina têkoşîna li dijî cureyên cudakirina jinan (CEDAW) bibe, da ku di çapemeniya fermî de vê rastiyê veşêre.

Piştre beşdaran ev mijar nîqaş kir û nêrînên xwe parve kirin.

Li gorî bernameya komxebatê, dê li rex vê mijarê mijarên wekî dagirkeriya Tirk û rastiya malbata Barzanî bên nîqaşkirin.

(şx)

ANHA