‘Projeya bicihkirinê li dijî biryara navneteweyî ya 2254`an e‘

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê anî ziman ku projeya dewleta Tirk a avakirina avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî li dijî biryara navneteweyî ya 2254`an a der barê Sûriyê de ye.

‘Projeya bicihkirinê li dijî biryara navneteweyî ya 2254`an e‘
20 gulan, 2022   05:33
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk bi awayekî rasterast destwerdana aloziya Sûriyê kir û ji bo vejandina osmaniya nû alozî bi kar anî. Niha jî bi hemû rêbazan hewl dide herêmên Sûriyê yên ku dagir kiriye tev li nexşeya Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk bi rêya daxuyaniyên berpirsên xwe di serî de serokê wê Recep Tayyîp Erdogan projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî eşkere kir. Ew proje ji bo bichkirina milyon penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne ku şêniyên wan ên resen hatin koçberkirin.

Têkildarî projeyê û armancên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ji ANHA`yê re wiha axivî û got, dewleta Tirk destwerdana Sûriyê kir û şoreş ji rêya wê ya aştiyane û demokratîk dûr xist.

Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hezeran şêniyên Sûriyê weken çete tev li xwe kir da ku armanc û projeyên xwe li herêmê pêk bîne û nêzî 9 hezar km xaka Sûriyê dagir kiriye.

Cemîl bal kişand ser projeya rejîma Tirk a bicihkirina milyon penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî û diyar kir ku projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê berdewama plana guhertina demografiya herêmê û guhertina nîşaneyên wê yên çandî û dîrokî ye da ku wan tev li xwe bike.

Serokê Tirkiyê di destpêka meha Gulanê de ragihand ku niyeta hikumeta wî heye ku ji bo milyonên penaberên Sûriyê, avahiyên mêtîngeriyê mîna yên ku li Efrînê avakirine, li herêmên din ên dagirkirî mîna Ezazê ava bike.

Cemîl got, projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê li ser mûzaîka civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetere û tevahî gelên herêmê dike hedef. Her wiha diyar kir ku proje li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254`an a vegera koçberên sûrî li herêmên wan ên resen e.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê projeya mêtîngeriyê li herêmên wan red kir û wiha axivî: "Em qebûl nakin ku kesên nenas li herêmên me werin bicihkirin. Ew kes dê bibin amûrên Erdogan li herêmê. Em ê bi hemû rêbazan û di çarçoveya mafê parastina rewa de çi bi têkoşîna çekdarî û çi bi rêyên aştiyane be li hember vê projeyê li ber xwe bidin."

Mehmûd Cemîl da zanîn ku armanceke din a siyasî ya dewleta Tirk ji vê projeyê heye, di warê hundirîn de propagandaya  hilbijartinên Erdogan û partiya wî ye her wiha da ku pereyan ji bo aboriya tirkî werbigre ku aloziyeke mezin de derbas dibe.

Berdevkê Komîteya Koçberên  herêma Serêkaniyê Mehmûd Cemîl di dawiyê de bang li civata navneteweyî, NY`yê û dewletên di Meclisa Ewlehiyê de kir ku destê dewleta Tirk ku destwerdana karûbarên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike qut bike, xebatê guhertina demografî rawestîne. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destwerdana xwe aloziya kûrtir dike li şûna ku çareser bike.

(bx)

ANHA