Komîteya Aboriya Jinan berhemên xwe dadixe sûkên herêmê

Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Dêrikê ji bo têkoşîna li dijî keysbazkirina bazirganan û dabînkirina berheman bi buha û qalîteya baş dixebite, her wiha bi rêya avakirina komeleyên hevkariyê girîngiyê dide geşkirina aboriya civakî.

Komîteya Aboriya Jinan berhemên xwe dadixe sûkên herêmê
20 gulan, 2022   06:06
QAMIŞLO

Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Dêrikê piştî ku hemû girîngiya xwe dabû çandina ceh, genim, gijnîj û kemê di demeke kurt de projeyên xwe yê çandiniyê berfireh kir. Armanca wê ji vê yekê ew e ku aliyê çandiniyê geş bike.

Di demên dawîn de komîteyê bi buhayên baş dest bi firotina berhemên çandiniyê kir da ku pêwîstiya şêniyan pêk bîne û peyda bike, kir.

Berhemên çandiniyê bi rêya berhemên çandiniyê yên projeya Jiyan a di navbera herêma Koçerat û Berav de dadikevin sûka herêmê ya navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê.

Bi sedan jin tev li projeya Jiyana girêdayî Komîteya Aboriya Jinan dibin. Komîteyê di xebatên xwe de girîngî daye geşkirina aboriya civakî û ew jî bi rêya avakirina komeleyên hevkarî ye.

Projeya Çandiniyê ya Jiyan projeyek yekgirtî ye ku du bîrên deryayî hene. Di proje de sebzeyên havîn û zivistanê têne çandin û di sûkan de bi buhayên kêmî yên sûkan têne firotin da ku keysbazkirina bazirganan bişikîne û piştgiriyê bide aboriya herêmî.

Komîteya Aboriya Jinan 15 ton xes ku bi buhayekî kêmtir di sûkên herêmî de dihat firotin her wiha hektarek ji bazêla firot ku bi hêza hilberîna yek tonî bû û di demên berê de hatibû çandin, daxist sûkên herêmê.

Li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Gulanê de komîteyê dest bi çinîna bazîla, fûl û xesan kir û daxist sûka Dêrikê.

Sebzeyên zivistanê jî bi dehan hektar ji sîran têne çandin û di demeke kurt dadikevin sûkên herêmî. Li gorî yek ji rêveberên Komîteya Aboriya Jinan a Dêrikê Meyas Farûq, 6 hektar ji pîvaz ku cara yekemîn hektar û nîvek ji pîvazan têne çandin da ku weke tov were bikaranîn, hatin çandin.

Têkildarî projeyê ji rêveberên Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Dêrikê Meyasa Farûq diyar kir ku 31 hektar ji sebzeyên havînê ji bacanê sor, bacanê reş, bîber, milûxiye, xiyar, xirtik û dendikên gulberoj hatine çandin.

Her wiha Meysa Farûq destnîşan kir ku 20 hêktar ji genimê avî li gundê Mele Merzî yê naveçeya Dêrikê hatiye çandin, tevî ku cara yekemîn genimê avê diçînin lê berhemên wê baş in. Ev jî ji aliyê endezyarên çandinê ve hate teqezkirin.

Ji xebatkarên di projeya Jiyan de Newal Casim got proje derfetên kar li herêmê peyda kir, vê yekê jî destek da ku bi rêya xebatê xwe di nava projeya ku aboriya jinan bi rê ve dibe, alîkariya malbatên xwe bikin.

Têkildarî mekanîzma û saetên kar Newal Casim got ew ji saetên zû ji sibehê dest bi kar dikin û heta saetên ber êvarê didome, navbera nîvro jî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xebatê di nava projeya Jiyan de derfeta kar peyda kir ku xebatkar di nava rewşên zehmet de alîkariya malbatên xwe bikin."

(bx)

ANHA