​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2022
19 gulan, 2022   23:00

-Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) kongreya xwe ya 6'an li Hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê di roja 5'emîn de bi daxuyaniyekê bi dawî dibe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner û berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Rubin projeya bichikirinê ya Tirkiyê bi qirkirineke etnîkî bi nav kir, her wiha helwesta erebî û rojavayî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir û got: "Heger carekê tenê li hemberî Erdogan rabin wê rastiya zilamê lawaz derkeve." (BI WÊNE).

-Ji çeteyên yên herî xeternak ên DAIŞ'ê yê berpirsê hemû êrişên li Hesekê, di nav de êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, Ebdulrehman Îsmaîl Ehmed li xwe mikur hat ku perespektîvan ji odeya çalakaiyan a li Tirkiyê digirin ku ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb dan zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhateyan armanc digirin, her wiha destnîşan kirin ku armanc jê ne tenê dagirkirina axa Sûriyê ye, belê pêkanîna projeya Osmaniya nû ye jî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê gotin, hebûna gelê Kurd rasterast girêdayî berxwedana HPG`ê û bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê anî ziman ku projeya dewleta Tirk a avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî li dijî biryara navneteweyî ya 2254`an a der barê Sûriyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelê herêma Cizîrê bi rêzeçalakiyên ku di 17`ê Gulanê de dane destpêkirin, li hemberî qedexeya hevdîtinan a li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên xiyanetê yên PDK'ê, helwesta xwe datîne holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Îsmaîl Elî Îsmaîl ku di sala 1992`an de tev li peşmergeyên PDK`ê bû û niha jî li Rojavayê Kurdistanê ye anî ziman ku Başûr bi baregehan  hatiye dagirkirin. Îsmaîl, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê kir ku rê bidin gelê herêmê ku dagirkeran ji Başûr derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Bi rihê ciwantiya Jiyan û Nûjiyan em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin", civînekê ji endamên xwe yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li Hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Ji bo faşîzmê gelek pênase hatine kirin. Mirov dikare diyar bike ku cewhera hemû pênaseyan, dîktatoriya herî namerdane û xwîndar a kapîtalîzmê ye.

- Avahî, eger valahiyekê dagire, dibe siwana paşerojan. Eger valahiyan zêde bike, têkbirinê tine. Azadî jî, bi berhevkirina   demên bûrî û têkoşîna îro tê bidestxistin. Şoreşa Kurdî, li ser bingeha pênc  hezar sal hatie aavakirin, pencih sal e ku li hemberî cîhanek namerd û ceberrûd têkoşînê dike.

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aboriya Jinan ya navçeya Dêrikê ji bo têkoşîna li dijî keysbazkirina bazirganan û dabînkirina berhemên herêmî bi buha û qalîteya baş dixebite, her wiha bi rêya avakirina kooperatîfan girîngiyê dide geşkirina aboriya civakî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA